Agneta Kling wek yekem jina Siwîd bû bi pêşmerge
Kurdistan 04:58 PM - 2023-02-19
Pirtûka Agneta Şêxmûs
Jina şoreşger a Siwîdî
Pirtûka bi zamanê kurdî ya li ser Agneta Kling wek yekem jina Siwîd şoreşger û mirovdost ku bû bi pêşmerge derketiya ji bo zimanê Erebî jî hate wergerandin.
Pirtûka derbarê jina şoreşger a Siwîdî hevjîna siyasetmedarê dêrîn ê Kurd Omer Şêxmûs ku derbarê jiyana wê û xebata wê jina şoreşger nerîn û nivîsên wan kesên ku ew nasdikirin hatiye berhevkirin û xwediyê wê erkê nivîskar kak Newzad Elî Ehmed e û ê ku wergerandî bo zimanê Erebî jî nivîskar û hunermend kak Yasîn Hisên e.
Jina şoreşger a Siwêdî ku bi dilsozî dest bi kar û xebatên rizgariya neteweya kurdî kiribû, wek jina pêşmerge di nava tevgera kurdî de tevdigeriya, di pirtûkê de, girîngî ji rola wê re tê dayîn ku çawa jineke xwedî rol û hêz û prensîp bû ye. Xwediyê vîn û ramanên mirovdostî bû ye.
Di roja duşemê 25-11-2019`an, bi beşdariya hejmarek ji nûnerê partiyên siyasî û rêxistin û parlementerên aliyan li welatêî Swîdê merasîma serxweşî uya jina pêşmerge dostyara gelê kurd hevjîna siyasetmedarê dêrîn û endamê desteya damezrêner ê YNKê Omer Şêxmûs birêveçû.
Her weha ku xanima şoreşger û kurdyar Agneta Barbro Elisabeth ku di wê barê de, berpirsê mekteba Ragiahndina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kak Rehber Seyid Îbrahîm dibêje; Xanim Agneta Barbro Elisabeth di sala 1981`an de wek yekemîn pêşmergê biyanî peywendî bi rêzên hêzên pêşmergê Kurdistanê ve kiriye û bi navê Xwîşka Tara hatiye bi navkirin û çekê şeref û kurdeyetiyê û pêşmergeyetiyê hilgirtiye û sengerên kurdeyetiyê diparast ku di demekê de bû ew xanim ji malbateke Erustqirat ê Swêdê bû ku yekemîn pêşmergeyê biyanî bû.
Wek tê zanîn ku li ser kêlka gora wê hatiye nivîsandin Agneta Kling Şêxmûs di sala 1943`an de hatiye dinê û di 1974`an de girîbesta hevjîntiyê bi Omer Şêxmûs re pêktîne û navê wê dibe bi Agneta Şêxmûs.
Hêjayî gotinê ye ku d roja çarşemê 20-11-2019`an, li Swîdê xanima dostyarê kurd û xebatkara rizgarî û azadiya gelê kurd û Kurdistanê Agneta Barbro Elisabeth hevjîna siyasetvanê dêrîn ê gelê kurd kak Omer Şêxmûs koça dawî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

