Yekîtiya Niştîmanî.. piştgir û berevankarê rast ê mafên pêkhateyan
Kurdistan 12:05 PM - 2023-02-19
PUKMEDIA
konsulê giştî yê Amerîka Irvin Hicks
Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê tekez kir ku Amerîka dilgiran e ji ber paşketina Herêma Kurdistanê di warê parastina mafên mirovan û azadiya derbirînê û mafên jinan û pêkhateyan de.
Konsulxaneyê li ser rûpela xwe ya fermî li ser tora civakî (Facebook) konsulê giştî Irvin Hicks ragihand ku welatê wî ji kêmbûna mafên mirovan, azadiya derbirînê û mafên pêkhateyan li herêmê nîgeran e, ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi piştgirîkirina azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê ve girêdayî ye.
Irvin Hicks herwiha got: Amerîka di wê baweriyê de ye ku divê rê ji rojnamevan û kanalên medyayê re bê dayîn ku nûçe û bûyeran bêyî tirsa gef, çewsandin û tolhildanê ragihînin.
Daxwazên me yên rewa heneSekreterê Giştî yê Tevgera Asûrî ya Demokratîk û Serokê Hevbendiya Rafîdên Yonadam Yûsif Kanna di hevpeyvîneke taybet de li gel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: Em psrtiyên Kildanî, Suryanî û Aşûrî hemû Partiyên Kurdistanî derbarê çend daxwazên me agahdar kirine ku ya herî girîng ew e ku tenê ji bo kotayê lîsteyek taybet ya dengderan hebe, ji bo ku em wek hilbijartinên sala 1992 deng bidin kandîdên xwe.
Got jî: Namzetên ji bo kursiyên kota divê ji aliyê gelê me ve bên hilbijartin û ne ji aliyê partiyên siyasî ve, û ev yek wek desteserkirina îradeya gelê mesîhî û ferzkirina namzedê li ser xelkê ku dixwazin berbijêrên xwe bi xwe hilbijêrin ne bi dengên hinekên din, û piraniya desthilat û desthilatdarên siyasî yên Mesîhî ji mekanîzmaya heyî ne razî ne.
Rêveberiyek ji Mesîhiyan reYonadam Kanna dibêje: Me daxwaz kir ku yek rêveberiyek ji bo mesîhiyan li Herêma Kurdistanê hebe û me netewên yekgirtî jî derbarê vê mijarê û pêwîstiya dîtina çareseriyekê ji bo pirsa kursiyên kota li Herêma Kurdistanê agahdar kir, lê heta niha ev mijar nehatiye pesendkirin û pêwîst e Xiristiyan li Herêma Kurdistanê yek navçeyeke helbijartinan hebe û lîsteyek ji xwe re hebe û ne giştî be.
Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku li Herêma Kurdistanê Partiya Demokrat ew e ku kesên nêzîkî xwe ji bo kursiyên mesîhî yên Parlamentoya Kurdistanê destnîşan dike û ev yek nayê qebûlkirin û hinek aliyên din jî li Bexdayê heman kar dikin û em vê yekê wek neheqiyek ku rêveberiya gelê Xiristiyan desteser dike dibînin.
Hewldaneke mezin ji bo parastina mafên kêmneteweyanEndama Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hesîbe Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî bi serpereştiya Serokê rihmetî Mam Celal ji bo parastina mafên kêmîneyan gelek xebat kir.
Wê got jî: Serok Mam Celal hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew parêzvanê rasteqîne yê mafên kêmnetewan e û ya ku niha Serok Bafil Celal Talebanî dike berdewamiya siyaseta Serok Mam Celal ya berevanîkirin ji mafên kêmîneyan û dabînkirina jiyana aram û bi rûmet da ku ew rêûresmên xwe yên olî di bin sîwana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de bi hemû azadî pêk bînin.
Nûnertiya rasteqîne ya kêmneteweyan di Parlamentoya Kurdistanê deHesîbe Ebdullah dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaz ji kêmîneyan dike ku nûneratiya rasteqîne li Parlamentoya Kurdistanê de hebe û li ser vê mijarê tekez dike.
Wê got jî: Yekîtiya Niştimanî daxwaza serastkirina yasaya hilbijartinan li Parlamentoya Kurdistanê kir, daku kursiyên kêmîneyan nebin bin kontrola partiyan lê kêmîne nûnerên xwe yên rasteqîn hilbijêrin.
Nûnertiya kartonî ya pêkhateyanHesenîbe Ebdullah tekez dike: Hinek aliyên siyasî kursiyên kêmîneyan kontrol dikin û nûneratiya niha li Parlamentoya Kurdistanê nûneratiyeke kartonî ye ku daxwazên kêmîneyan nîşan nade.
Wê herwiha got em dixwazin nûneratiyeke rasteqîne ya kêmneteweyan li Parlamentoya Kurdistanê hebe, daku daxwazên xwe diyar bikin, pirsgirêkên xwe di nava Parlamentoya Kurdistanê de bînin ziman û xizmeta navçeyên ku kêmnetewe lê dijîn.
Tirkmen piştgirî didin pêşniyarên Yekîtiya NiştimanîKesayetiyekî Turkmen tekez kir, ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêşniyarên baş ji bo beşdarbûna di hilbijartinên bê de li Parlamentoya Kurdistanê ji bo nûneratiya rasteqîne ya pêkhateyan bêyî kontrola aliyên siyasî hene.
Kesayetiyê Tirkmen Elî Husên di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Pêşniyarên Yekîtî ji bo piştgiriya pêkhateyên Herêma Kurdistanê, pêşniyarên baş in.
Got jî: Pêşniyazên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di berjewendiya pêkhatan û dîtina nûneratiya rasteqîne bo wan di Parlamentoya Kurdistanê de ye.
Yekdestdariya kursiyên pêkhateyan ji aliyê partiyeke siyasî veElî Husên dibêje: Yek ji aliyên siyasî kursiyên pêkhateyan li Hewlêr û Duhokê yekdestdar kir û ew kes e ku xelkê bo van kursiyan destnîşan dike.
Got jî: Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê pêşnîyazên baş hene bo helbijartinên dahatî yên Parlemantoya Kurdistanê bo nûneratîya rasteqîne ya pêkhateyan, bê kontrolkirina alîyên din.
Pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî di berjewendiya pêkhateyan de neKesayetiyê Tirkmen Elî Husên dibêje: Yekîtiya Niştimaniya tomarkirina dengderan ji bo pêkhateyan pêşniyar dike û roja hilbijartinan ya taybet bo dengdana pêkhateyan heye.
Got jî: Bi van pêşnîyaran em Tirkmen û pêkhateyên mayî dikarin nûnerên xwe yên resen radestî parlamentoya Kurdistanê bikin.
Piraniya gelê Tirkmen piştgiriya pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî dikin
Elî Husên dibêje: Piraniya gelê tirkmen piştgiriya pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikin ku nûnerên rasteqîn ên tirkmenan li Parlamentoya Kurdistanê hebin.
Got jî: Partiyeke siyasî heye ku li Herêma Kurdistanê hinek partiyên kartonî çêkirine bi hinceta ku nûneratiya gelê Tirkmen dikin û di rastiyê de tenê nûneratiya xwe dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Êraq 10:13 PM - 2025-11-10






Aplîkêşin

