Washington pesnê parêzvanên mafên mirovan dide
Kurdistan 11:15 PM - 2023-02-18
AFP
Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê
Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê doh Înê piştrast kir ku parastina parêzvanên mafên mirovan beşeke bingehîn a siyaseta derve ya Amerîka ye.
Û wê di daxuyaniyekê de piştî dabeşkirina xelata Berevankarên Mafên Mirov ji bo sala 2022 de, deh kesayetî, ji wan parêzer Beşdar Hesen, ku xwebexş e ji bo parastina girtiyên Behdînan li Herêma Kurdistanê kar dike, got ku ew ji wan deh rêzdara ye “hinek ji wan hatin e binçavkirin bê sedem, û yên din hatine tacîzkirin, lê her deh wergirên Xelatên Defenders ji bo mafên mirovî yên gerdûnî ji Wezareta Derve Amerîka , ew wêrek in û pabend in ku cîhanek dadperwertir ava bikin.”
Ezra Ziya, Misteşarê Ewlekariya Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan, di merasîma li Washingtonê de got: "Parastina parêzvanên mafên mirovan, hevdem ligel hevkarên me yên hemfikir, parçeyek bingehîn a siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî ye."
Wê bal kişand ser wê yekê ku "du ji wan xelatgiran nekarîn beşdar bibin, ji ber ku ew bi neheqî girtî ne", û tekez kir, "Parêzvanên rêzdar ên mafên mirovan ji pîşe û paşerojên cihêreng in, di nav de serkirdeyekî kedê, rojnamevanê lêkolîner û cerrah hene."
Wha got: "Her deh xelatgir nirxên ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatine destnîşan kirin pêk tînin."
Ev belgeya Neteweyên Yekbûyî mafên mirovan û azadiyên bingehîn ên ku mafê her kesî heye destnîşan dike.
Îsal 75emîn salvegera Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û 25emîn salvegera Danezana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Berevankarên Mafên Mirovan e.
Roja Yekşemê, Konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê ragihand, tîma berevaniyê ya girtiyên Behdînan rastî gefên kuştinê hatine.
Konsolosxaneyê di daxuyaniyekê de got, “Tîma parêzvanê girtiyên Behdînan, serweriya qanûnê bihêztir kiriye û ew rûbirûyê metirsiyên şexsî û pîşeyî û tehdîdên weke tirsandin, çewisandin û gefên kuştinê yên nediyar tên.”
Konsulxaneyê her wiha got, "Em li Êraq û Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku alîkariya hevkarên xwe yên Êraqî bikin ji bo bihêzkirina parastina mafên mirovan, di nav de dabînkirina dadgehkirina dadmend."
Beşdar Hesen, serokê tîma xwebexş bo berevanîkirin ji girtiyan li Behdînan, pêştir got ku "Wezareta Derve ya Amerîka salane û di destpêka meha Sibatê de rêzê ji her du baştirîn parêzvanên mafên mirovan li cîhanê digire", û da zanîn ku "merasîma rêzgirtinê tê lidarxistin li Washington, û navê wê xelata Berevankarên Mafên Mirovan ( Human Rights Defenders Award ).
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku “Wezareta Derve ya Amerîkayê ew ligel kesayetiyeke din di nav 600 kesayetiyên cîhanê de ji bo xelata sala 2022’an berbijar kiriye.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

