Amerîka ji ber kêmbûna azadî û mafên mirovan li Herêma Kurdistanê nîgeran e
Kurdistan 01:16 PM - 2023-02-18
PUKMEDIA
Kêmbûna azadî û mafên mirovan Amerîka nîgeran dike
Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê tekez kir ku Amerîka dilgiran e li hember paşketina Herêma Kurdistanê di warê parastina mafên mirovan û azadiya derbirînê û herwiha mafên jinan û pêkhateyan de.
Li ser rûpela xwe ya fermî li ser malpera tora civakî (Facebook), Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ji zarê Konsulê Giştî Irvin Hicks ragihand ku welatê wî ji kêmbûna mafên mirovan, azadiya derbirînê û mafên pêkhateyan li herêmê nîgeran e. tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabend e bi piştgirîkirina azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê.
Irvin Hicks herwiha got: Amerîka dibîne ku divê rê bidin rojnamevan û kenalên medyayî bêyî tirsa gef, çewsandin nûçe û bûyeran ragihînin.
Girtî rastî kuştina biyolojîk tênJi aliyekî din ve di duyemîn salvegera girtina çalakvan û rojnamevanên herêma Badînan de, nûnerê girtiyên Badînan Ayhan Hesen dibêje ku ew gelekî nîgeran in li ser awayê danûstandina berpirsên girtîgehê bi girtiyan heta radeya ku em gumana hebûna (komploya reş û kuştina biyolojîk) dikin.
Nûnerê girtiyan li Badînan di daxuyaniyekê de ji raya giştî re tekez dike ku metirsiyeke rast li ser jiyana çalakvan û rojnamevanên girtî heye û dibêje: Li wir Gumanên li ser komploya kuştina biyolojîkî li ser girtiyên Badînan hene, û em daxwaza komîteyeke pizîşkî ya bilind dikin û got jî: Eger Desteya dadwerî nikare serbixwe be, nivîskarê şiroveyekê ji serokê partiyê re tê girtin û zîndanîkirin.
Li Silêmaniyê mafê girtiyan tê parastin, li Hewlêr û Duhokê binpêkirîneSerokê desteya berevaniyê ya girtiyên Badînan amaje bi wê yekê kiribû ku di navbera Silêmaniyê ji aliyekê ve û Hewlêr û Duhokê ji aliyê din ve, li ser şopandina mafên girtiyan di dezgehên çaksaziyê de ferqeke mezin heye.
Berpirsê desteya berevaniya girtiyên Badînan Beşdar Hesen di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihandibû: Cudahiyeke mezin di derbarê mafên girtiyan li parêzgeha Silêmaniyê heye ji ya parêzgehên Hewlêr û Duhokê, ji ber ku girtiyên Silêmaniyê zêdetir mafên wan hene. Her wiha girtiyên li Silêmaniyê beşdarî korsên çaksaziyê dibin û piştrast dikin ku ew ji rêveberên navendên çaksaziyê razî ne, lê em li Hewlêr û Duhokê berovajî vê yekê dibînin.
Basdar Hesen tekez dike ku maf û îmtiyazên din jî hene ku ji girtiyên Silêmaniyê tên kirin ema girtiyên li Hewlêr û Duhokê jê mehrum in û bi rêya PUKMEDIA bang li rêxistinên mafên mirovan dike ku parastina girtiyan li Hewlêr û Duhokê bikin û nehêlin mafên wan bên binpêkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

