Serok Bafil: Divê mamoste neyên paşguh xistin
Kurdistan 09:10 PM - 2023-02-16
Nûsîngeha ragihandina serokê YNKê
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi nûnerên bi hezaran mamostayên wanebêj Herêma Kurdistanê re civiya.
Di civînê de nûnerên mamostayên herêmê derbarê kêşeyên xwe, nebûna kar û berçavnegirtina daxwazên wan ji aliyê hikûmet û wezareta perwerdeyê ve raportek pêşkêş kirin û di çend xalan de daxwazên xwe şirove kirin.
Li hember de jî Serok Bafil Celal Talebanî piştî guhdarîkirina pirsgirêk û nerazîbûnên wan, piştgiriya xwe bo daxwazên mamostayan nîşan da û got ku YNK vê babeta girîng berçav digire ji ber ku girêdayî zêdetirî 30 hezar mamostayan e. “Nabe xizmet û hewlên we êdî bên paşguhkirin, ji ber ku ti şanaziyek di paşguhkirin de nîne ewan beşeke girîng a civakê ne ku zarokên me perwerde dikin, xercnekirina darayî her carê di bin sernavekê de nîşana sosret û binpêkirina eşkere ye ya mafê wan.
Di derbarê giringiya perwerde û xwendinê li Herêma Kurdistanê û hewla perwerdekirina nifşekî hişyar û zana jî Serok Bafil got, eger em dixwazin civakeke pêşkeftî ava bikin û nifşekî kêrhatî pêşkêşî civakê bikin, divê guhertinên radîkal di sîstema perwerdeyê de bikin û mamosteyan rêzdar bin. Ji bo me sektora perwerdeyê ji petrol û gazê gelek girîngtir e, lewra em soz didin we ku em ê xem û pirsgirêkên we hilgirin û hewlên xwe ji bo dabînkirina jiyaneke birûmet berdewam bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

