Qubad Talebanî: Em dikarin ji sektora çandinî û geştiyariyê sûd werbigirin
Kurdistan 02:18 PM - 2023-02-16
PUKMEDIA
Qubad Talebanî beşdarî pêşangeha Teknolojî bû
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dupat kir ku pêşangehên teknolojiyê şiyana ciwanan nîşan dide û hikûmet jî bi hemû hêza xwe kar dike ku sîstema kar bike elektronîk.
Qubad Talebanî di semînarekê de ku li kêleka beşdarbûna wî di pêşangeha Teknolojiyê ya Techfest li parêzgeha Silêmaniyê de hat lidarxistin got: Ev pêşangeh fakterek girîng û têvedaneke bihêz e ji bo pêşxistina şiyanên ciwanan û nîşandana şiyanên wan.
Got jî: Ciwan motora sereke ya dahêneriyê li Kurdistanê de ne û em dikarin li ser wan bin, ji ber ku paşeroja Herêma Kurdistanê, asayîş û aramî hemû bi teknolojiyê ve girêdayî ne.
Got jî: Min bi cidî kar kir bo veguheztina karûbarên rojane yên hikûmetê bo sîstema elektironî, ji ber ku sîstema berê kevn bû, lê niha bi saya teknolojiyê, karê rojane yê hikûmetê, sazî û deriyên sînorî geşedaneke berçav e.
Û cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê berdewam kir: Sîstema tomarkirina biyometrîk ezmûnek serkeftî bû ji bo zanîna hejmara karmendan û qebareya mûçeyên wan û di qonaxa duyem a vê sîstemê de emê mûçeyên karmendan li navendê bi rêya elektironîk dabeş bikin.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: Zelalbûn ezmûneke din a serketî bû di ragihandina qebareya hinardekirinê de û ev proje dê asta şefafiyê di warê hinartinan de zelal bike û proseya dîtina qebareya hinardekirinê hêsan bike û di nêzîk de emê lêçûnan ragihînin bi rêya malpera şefafiyetê, û bi vî awayî her welatiyekî dikare qebareya hinartin û xerciyan bibîne.
Qubad Talebanî got: Hinartina petrolê em tembel kir û bû nexweşiyek ku me êşand û bû sedema xemsariya sektorên din, lewra dem hatiye ku em vê nexweşiyê derman bikin û xema sektorên din ên wekî geştiyarî û çandiniyê û sûdmendiyê ji serpêhatî û şiyanên ciwanên me di warê teknolojiyê de bigirin.
Û ev destpêka pêşangeha Techfest bû, bi beşdariya 75 pirojeyan di warê teknolojiyê de ji hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê û Êraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

