YNK...Hewldanên berdewam ji bo yekkirina helwêst û dupatkirina mafên welatiyan
Kurdistan 02:09 PM - 2023-02-15
PUKMEDIA
YNK li ser dabînkirina mafên welatiyan dixebite
Biryar e hikûmeta federal proje yasaya bûdceya darayî ya sala 2023an bişîne Civata Nûneran da ku li ser wê gotûbêjê bike û deng bide.
Di vê derbarê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi awayekî cidî kar dike ji bo yekxistina helwêstên fireksiyonên Kurdistanî û bidestveanîna lihevhatineke Kurdistanî li ser dosyeyên taybet bi welatiyên Herêma Kurdistanê weke dosyaya pişka Herêma Kurdistanê û yasaya neft û gazê û destnîşankirina mûçeyên welatiyan di bûdceyê de.
Daxwaz di berjewendiya welatiyan de neNûnera Lêjneya Darayî ya Civata Nûneran Nermîn Maarûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gelek daxwaziyên ku di berjewendiya welatiyan de hene û hewla xistina wan di nav budceya darayî ya sala 2023 dide.
Daxwazên Yekîtiya Niştimanî di berjewendiya welatiyan de ne û ji bo xizmetkirina wan û baştirkirina rewşa jiyana wan e.
daxwazên Yekîtiya NiştimanîNermîn Maarûf eşkire kir ku daxwazên YNK hemû derbarê jiyan û debara welatiyan de û pêşkêşkirina xizmetguzeriyê de ne.
Got jî: Beşek ji wan daxwazan daxwaza qerebûkirina hinek beş û girtiyên siyasî, avakirina nexweşxane û xwendingehan û qerebûkirina malbatên şehîdan, pirsa bendavan e.
Beriya ku bûdce were danîn lihevkirinek pêk têNûnera Nûneran Nermîn Maarûf tekezî li ser pêwîstiya bidestxistina rêkeftinekê di navbera pêkhateyên Kurdî de li ser dosyeyên netewî û parastina mafên welatiyan bi awayekî yekgirtî kir.
Û wê got jî: Fireksiyonên Kurdî dikarin yekdeng bin ji bo parastina mafên Herêma Kurdistanê û danîna madeyên ku di berjewendiya welatiyan de ne, wek pişka Herêma Kurdistanê û dosya neftê, û divê em bi yekcarî van pirsgirêkan çareser bikin ji bo hemûyan bi lihevkirina hemû fireksiuonên kurdî.
Yekîtiya Niştimanî dikare ji bo kurdan helwesteke yekgirtî ava bikeParlamenterê berê Şîrwan Mîrza ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikare helwesteke yekgirtî ji bo Kurdan li Bexdayê ava bike.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî dikare helwêsteke yekgirtî ji bo fireksiyonên Kurdistanî ji bo parastina mafên welatiyan li Herêma Kurdistanê ava bike.
Yekîtî qurbaniyên mezin daNûner Şîrwan Mîrza endamê komîteya darayî dibêje: Yekîtîya Niştîmanî kar û xebat bo yekrêzîya pêkhatên Kurdistanî bo berevanîkirin ji maf û daxwazên hevwelatîyan kir û qurbanîdaneka mezin da.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku pêwîstiya rêkeftina li gel hikûmeta federal heye, ji ber ku ev yek di berjewendiya hemwelatiyan de ye û weke partiyeke kevnar e û li Bexdayê jî tê qebûlkirin û ji ber wê jî dikare helwesta Kurdan yekalî bike. û projeyên ku xizmeta berjewendiya welatiyan dikin pêşkêş bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

