YNK ji bo Helebciyekan hewl dide
Kurdistan 07:07 PM - 2023-02-13
Ofîsa Rojnamevanî Serokê YNKê
Serok Bafil û mexdûrên tekane yên êrîşên kîmyayî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi erkê xwe dizane ku xizmeta mîrateyên şehîdan, enfalkiriyan û kîmyabarana Helebceyê bike û Serokê YNK got:“Ji bo warisên şehîdan çi ji destê me bê em ê bikin û piştgiriyê bidin daxwazên wan’’.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşanê pêşwaziya mexdûrên tekane yên kîmyabarana Helebce de got:“Hûn kurên me ne û em ê di hemû qonaxên jiyanê de li gel we bin, emê li ser hemû daxwazên we yên rewa kar bikin û nûnerên me yên li Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji bo hûn bigihin mafên xwe xebat bikin,xûşk û birayên me yên ku rewşa wan xerab e û hewcedariya wan bi alîkariyê heye, helbet em ê zû bersivê bidin û di xizmeta we de bin’’.
Serok Bafil sozê dide tekaneyê Helebce
Qaymeqama Helebce Nûxşe Nasîh ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Tekanê Helebce hemû daxwazên xwe ji Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re ragihandin û ew soz da ku weke her car piştgiriya kes û karê Şehîdan bike, bi rêya parlamenter û nûnerên YNK'ê yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, xizmeta xelkê Helebce bike."
Nûxşa Nasih wiha got: “Serok Bafil soz da ku çi ji destê wî bê dê ji bo tekane û xizmên qurbaniyên kîmyabarana Helebce bike û ji bo xizmetkirina xelkê Helebce dudilî nebe.
Xelkê Helebce daxwaza xizmetguzariyê ji Êraqê dikin
Tekanê Helebce bi rêya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaza xizmetguzariyên zêdetir ji hikûmeta Êraqê ji bo jiyaneke baştir bo malbatên qurbaniyên kîmyabarana Helebce dikin.
Cîgirê Serokê Komeleya Qurbaniyên Helebce Aras Abid ji PUKMEDIA re ragihand: “Em dixwazin bi rêya seroke YNKê bi serokwezîrê Êraqê re peywendiyan deynin, da ku hikûmeta Êraqê giringiyê bide malbatên qurbaniyan,divê meseleya Helebce bibe parêzgeh bi dawî bibe’’.
“Me ji serokê YNK’ê xwest bi hikûmeta Êraqê re kar bike ku ji bo vekirina Xalên sînorî yên Helebce û herwiha wekhevkirina mûçeyên warisên şehîdan bi mîrateyên şehîdên Êraqê re û vekirina du bankan li Helebce,ya yekem Banka Rafidîn e ku xelk deynan werbigirin û bankek taybet ji bo dayîna deynan ji cotkaran re," Aras Abid got.
Ew lê zêde kir:“Serok Bafil soz da me ku em ekîbekê ava bikin da ku serdana malên kesên tekane bikin û pirsgirêkên wan bikolin û çareser bikin, her wiha me Serok Bafil vexwendiye Helebceyê ji bo nêzîk ve haya wî ji pirsgirêkên herêmê hebe û pirsgirêkên me çareser bike, helbet hêviya me xelkê Helebceyê zêdetir ji lê heye.
Dema avakirina hikûmeta nû li Eraqê Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) çendîn daxwaz ji hikûmeta Sûdanî kirine, yek ji wan jî temamkirina prosedurên ku Helebce bibe parêzgeh, hewlên serokê YNKê jî berdewam in ku ji Helebceyên re got: “Çi ji destê min bê ezê ji bo xelkê Helebce bikim û ji bo xizmeta we dudilî nabim.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

