Merasîma şehîdên Cindirêsê li Encûmena Penaberan birêve çû
Kurdistan 04:53 PM - 2023-02-13
Encûmena Penaberên Kurd
Serxweşî û behînameya Rojavayê Kurdistanê
Rêûfermiya behînameya şehîdên erdheja Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê birêve çû.
Roja 12-2-2023`an yekemîn roja pirse û serxweşiya qurbanî û şehîdên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku di encamê de, bajarê Cindirêsê û 6 gundwarên wê di encama erdheja 6-2-2023`an de, bi piranî hatin rûxandin.Her weha îro jî 13-2-2023`an merasîm di baregeha Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de berdewam bû ku wê sibê roja 14-2-2023`an bi dawî bibe.
Her weha di wê rêûfermiya bîranîna şehîdên erdheja Efrînê de, bi amadebûna sê malbatên şehîdan (Mistefa Ebdo, Elî Şahîn Yunis û Cîhan Erif Reşîd) şandeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi serokatiya heval Ceza Seyid Mecîd beşdarî wê merasîmê bûn, di wê barê de, heval Ceza Seyid Mecîd hevxemî û hevsozî û xembariya xwe ji bo qurbanî û şehîd û birîndar û ziyanmendên kareseta mezin a erdheja Cindirêsê û gundawarên wê ji serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî re nîşan da û piştgiriya xwe û ya YNKê ji bo Encumena Penaberan û malbat û xwediyên qurbanî û şehîd û birîndarên erdheja li Efrînê dupat kir.
Şandeyên partî û aliyên siyasî û sivîlî û hikûmî û ne hikûmî beşdarî rêûfermiya serxweşiyê kirin û ew şandeyên beşdarbûne ev in:
Şanda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi serokatiya heval Ceza Seyid Mecîd
Şanda Mekteba Sekirteriyeta Serok Mam Celal bi serokatiya heval Şerîf Ehmed
Şanda rêvebiriya Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê bi serokatiya Emîd Tariq Şêx Salih
Şanda Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Evîn Siwîd
Şanda Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya Elî Şemdîn
Şanda Komeleya Rêxistinên sivîl li Silêmaniyê bi serokatiya Berhem Serdar Qeredaxî
Şanda Rêxistina Honer Omer Sûrçî bi serokatiya Huner Omer Sûrçî
Şanda Encumena Bilind a Zerdeştiyên Kurdistanê bi serokatiya Azad Seîd
Şanda Rêxistina Baranan ya alîkariyên Mirovî bi serokatiya Simko Cebarî
Şanda Rêxistina Hawar ya Civaka Sivîl bi serokatiya Dawud Çîçek
Şanda Kenîseya Amarîkî Ababatayîs bi serokatiya şivanê dêrê Hesen Ehmed
Şanda Kompaniya Bomîllo bi serokatiya Cîgir Seydo
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

