Serok Bafil: Huner nabe siyasî bikirê
Kurdistan 08:18 PM - 2023-02-11
PUKMEDIA
Serok Bafil û Hunermend
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li bajarê Dabaşanê pêşwaziya hunermendên warên şano, resim, sînema û muzîkê kir.
Di civînê de behsa rola huner û bandora wê li ser civakê, rewşa niha ya hunerê li Herêma Kurdistanê û piştgiriya hunermendan hat kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi rola hunermendan kir ku di dema borî de roleke girîng û bibandor lîstine û karîn bê westan xizmeta çanda Kurdî bikin û dîrokeke geş tomar bikin. Got jî: divê huner di bin destên we de pêşkeftinên berçav bibîne û Herêma Kurdistanê bi taybetî Silêmanî ku wek paytexta çandê tê naskirin, navê xwe nîşan bide. Hûn hunermend dikarin di rênîşandana civakê de roleke bi bandor bilîzin, divê berhemên we jiyana civakî û siyasî ya herêma me nîşan bidin û mînakên hunera bilind pêşkêşî gelê me û cîhanê bikin.
Derbarê azadiya karê hunerî û destwerdana siyasî de jî Serok Bafil got, nabe huner were siyasetkirin û rê nede ti kes destêwerdanê di karê we de bike. Bi hunera xwe re ku yek ji erkên hunerê ye, rexnegir bin û li dijî neheqî û zulmê têbikoşin.
Di bersivê de hunermendên Kurdistanê amaje bi pirsgirêk û astengiyên di warê hunerî de kirin û mekanîzmayên çareserkirina pirsgirêkên xwe pêşkêş kirin û gotin ku ev civîn girîng in û sedema derbaskirina pirsgirêkan û ber bi nûjeniyê ve diçin.
Her wiha destxweşî li hewl û piştgiriya Serok Mam Celal û Hêro Xan kir ku di dema borî de alîkariya hunermendan kirine û di bin destên wan de huner li Herêma Kurdistanê pêşkeftineke berçav dîtiye.
Di hevdîtinê de Serok Bafil çend biryarên girîng derbarê rewşa huner û hunermendên Herêma Kurdistanê, pêşkeftin û geşepêdana bizava hunerî û piştgirîkirina hunermendan derxistin û got, emê encûmeneke taybet di hemû warên hunerî de ava bikin û em ê bi hev re gavên mezin bavêjin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

