Cindirês ji herdê re bûye yek
Kurdistan 03:54 PM - 2023-02-11
AFP
Cindirês ji herdê re bûye yek
Li Cindirêsa, Mûsayê 6 salî, piştî pênc rojên temam bi birîndarî di bin kavilên avahiyeke hilweşiyayî de derbas kirin, hat rizgarkirin,Êşa birînên wî li aliyekî, birçîbûna 5 rojan li aliyê din û mirina birayê wî Besam bi ser de. Endamên din ên malbatê jî hîna di bin kavilên sar de ne.
Mûsayê şeş salî, li Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê tîmên hewarçûnê ve hat rizgarkirin.
Tîm li endamên din ên malbata Mûsa digerin û dibêjin, heta niha di bin kavilên avahiyê de ne; Ew jî bi hêvî berê xwe dide kar û xebatan, li bendê ye nûçeyeke dilxeşker bibuhîze.
Erdheja hefteya borî herî zêde zerar gihandiye Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê û wêran bûye.
Li gor zanyariyan, ji 800 canjidestdanên li Rojavayê Kurdistanê 700 ji wan li Cindirêsê ne.
Hevdem 267 xanî û avahî li wî bajarokê Rojavayê Kurdistanê herifî ne û 1110 xanî û avahiyan jî zerar dîtine.
Erdhejê ziyaneke zêde gihandiye Efrîn û herdu nahiyeyên Cindirês û Şiyê. Çirokên gelekî dil bi êş li wan navçeyan hene weke nimûne Samir Seraqibî 12 kes ji malbat û kesûkarên xwe ji dest daye, dibêje bi vê karesetê pişta wan şikest. Nişteciyekî bajarokê Cindirêsê jî dibêje hemû malbata wî li jêr kavilan mane.
Erîn û herdu nahiyeyên ser bê wê herêmê, Cindirês û Şiyê bêhtirîn navçeyên Sûriyê bûn ku bi sedema erdhejê, ziyanên mezin gihiştine wan.
Welatiyê bi navê Samir Seraqibî, di vê erdhejê de, li Cindirêsê 12 ji kesûkarên xwe jidest dane.
Samir El-Seraqibî dibêje: “Pişta me şikest, bi Xwedê pişta me şikest. Ne bav, ne dê.. Birayê min karûbarên malê birêve dibirin. Bi xwedê wî karûbarên malbatê birêve dibirin.”
Birayê Samir ê Amir Seraqibî jî wiha behsa trajedyaya xwe kir: “Ji kesûkarên xwe, min 12 kes jidest dane. Dêya min hêj li jêr kavilên wêraniyê ye, min nikarîbû wê derxim. Birayê min ê ku aniha wî derdixin, birayê min ê din hêj li jêr kavilan e, herdu zarokên birayê min ê mezin, 2 zarokên din jî, sax hatin derxistin. Me xûşka xwe ligel hevjînê wê û çar zarokên wê jidest dane. Spas ji Xwedê re.”
Nişteciyekî bajarokê Cindirêsê jî dibêje hemû malbata wî li jêr kavilan mane.
Niştecihê Cindirêsê Elî Bettal got: “Malbata min, zarokên min, keça min û malbata xwe û zavayê min. Hêj li jêr kavilan in. Ti kes alîkariya wan nake, amêr nînin, tiştek nîne, ti karîn nîne. Em dengan dibihîsin, hêj sax in, lê ti rê nîne em wan derxin. Kesek nîne wan rizgar bike. Amêr nînin. Em banga xwe digihînin hemû dewletan, em banga xwe digihînin mirovahiyê. Alîkariya me bikin. Em rastî karesatekê bûne.”
Erdheja 6ê Sibata 2023 zirareke mezin gihandiye bajarokê Cindirêsa Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de ye. Erdhejê hema hema Cindirês bi erdê re kiriye yek û bi gotina hejmarek welatiyên Cindirêsê ku ji Rûdawê re axivîn, piraniya avahiyên li wî bajarokî di encama erdhejê de hilweşiyane.
Ji ber erdhejê bi sedan kes li Cindirêsê jiyana xwe ji dest dane, lê hejmareke dirist hêj li ber dest nîne, ji ber ku hêj kes di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de mane.
Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman ragihand, “Li Cindirêsê di encama erdhejê de zêdeyî 1000 kesan canê xwe ji dest dane.”
Rêzan Hiskê, welatiyekî xelkê Cindirêsê got, “ji sedî 90ê xanî û avahiyên li Cindirêsê hilweşiyane, lê ji bo rizgarkirina kesên di bin avahiyên hilweşiyayî de ti xebat nehatine kirin.”
Rêzan Hiskê got, li Cindirêsê li gel ku nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li herêmê tijî birîndar in û cihê nexweş û birîndaran tune ye jî, elektrîk û av jî nîne.
Welatiyekî din bi navê Mihemed Heynî ku ji Cindirêsê koçber bûye, derbarê rewşa bajarokê xwe de got, “Em di otomobîlan de radikevin, ji ber erdhejê xaniyê me xerab bû. Em nikarin vegerin hundir ji ber ku em ditirsin ku di her erdhejeke din de xanî bi ser me de hilweşe. Rewşa me ev e; Em li ser peyarê an jî di erebeyê de dimînin. Ez û malbata xwe daketin kolanan.”
…
Di erdhejê de heta niha 21 hezar û 43 kesan canê xwe ji dest dane û 80 hezar û 97 kes birîndar bûne,hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştine 21 hezar û 43 kesan û 80 hezar û 97 kes birîndar bûne,li Amedê 255 kesan cane xwe ji dest dane û 901 kes jî birîndar bûne. Hirwiha li Amedê 7 jê bi temamî rûxiyayî nêzikî 320 avahî nayên bikaranîn.
Li gorî daxuyaniya AFADê, piştî erdhejên ku navenda wan li Mereşê bûn, heta niha 1891 erdhejên biçûk pêk hatine.
Erdheja ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû bandor li bajarên wek Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Xarpêt jî kir.
Di roja çaremîn a erdhejê de li parêzgehên Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hatin. Lê li 8 parêzgehên din kar û xebat berdewam e û her diçe hêviya rizgarkirina qurbaniyan kêm dibe.
9ê Sibata 2023an tezkereya Serokkomariyê ya derbarê ragihandina Rewşa Awarte de bo 3 mehan li 10 parêzgehên ku erdhej li wan çêbûye li Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin.
Li herêma erhejê zêdetirî 31 hezar 832 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Hawarçûn, MEB, rêxistinên sivîl û ekîbên navneteweyî dixebitin. Hejmara karmendên lêgerîn û xilaskirinê yên ji welatên din 6 hezar û 479 in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
10:49 AM - 2025-12-06
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Rêjeya hejariyê li Îraqê kêm dibe
Êraq 11:32 AM - 2025-12-06 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05



.jpg)


Aplîkêşin

