Amarên dawî yên kampîna Hevxemê we ne li Silêmaniyê
Kurdistan 06:36 PM - 2023-02-10
PUKMEDIA
Amarên dawî yên kampîna Hevxemê we ne li Silêmaniyê
Kampîna ku ji aliyê Dezgeha Medyayê ya Kurdisat, Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê û Muzexaneya Netewî Emne Soreke li Silêmaniyê hatiye ragihandin berdewam e û biryar e heta 11-2-2023 berdewam bike.welatî dikarin alîkariyan bi rêya jimareya telefonê 07501194074 bi FastPay bighînin kampînê.
Li gor amarên dawî yên ku li ser malpera şefafiyetê hatiye belavkirin ku îro çaremîn roja kampîna Hevxemê we ne li Silêmaniyê heta niha 289 milyon dînar Êraqî û 124 hezar dolar jo qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistan re hatine komkirin.
Li gorî amaran 426 sobek, 180 alavên kêmendaman, 215 çadir, 13 hezar û 800 kelûpelên pizîşkî, 37 perçe lîstokên zarokan, 27 hezar û 334 kg xwarin, 11 hezar û 768 betanî û çarşef, 9 hezar û 435 perçe kinc 454 perçe pêdewîstiyên zarokan û 2572 qutiyên şîr ji qurbaniyan hatine komkirin.
Ji bo qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê 180 milyon dînarê Êraqî û 110 hezar dolarê Amerîkî ji qurbaniyan re hatine komkirin .
Herweha di roja duyemîn a kampînê de amar bi vî awayî ye ku ji bo qurbaniyên wê qezayê 51 milyon dînarê Êraqî, 3850 dolar û 200 Pawen hatiye komkirin.
Li gorî amaran 48 germker, 32 alavên kêmendaman, 4 kon, 8300 kelûpelên tibî, 37 perçe lîstokên zarokan, 3908 kg xwarin, 4429 betanî û cil, 5996 perçe kinc, 454 parçe pêdiviyên zarokan, 609 şûşe û pariyên şîr hatine komkirin.
Hejmara qurbaniyan deat bi seat zêde dibin hejmara kesên di erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de mirin derket 9 hezar û 57 û hejmara birîndaran jî bû 52 hezar û 979 kes.
Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 2 hezar û 751 kes mirine û 4 hezar û 654 kes jî birîndar bûne.
6-2-2023 li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê erdhejek bi hêza 7.4 rîxterê pêk hat û di encamê de 65 hezar û 112 kesan bûne qurbanî.
#Em bi we re ne
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

