Encûmena Penaberan a Kurd ji bo ruhê qurbaniyên erdhejê şîn ragihand
Kurdistan 05:03 PM - 2023-02-07
Encûmena Penaberan
Encûmena Penaberan a Kurd ji bo ruhê qurbaniyên erdhejê şîn ragihand
Serokê Encûmena Penaberên Kurd li Rojava-Sûriyê Hozan Efrînî bi navê Encûmenê hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyên erdheja ku li herêmên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rû da, bi taybetî Efrîn û navçeya Jindirêsê ku ziyan dîtine, ragihand.
Efrînî li ser navê Encûmena Penaberan a Rojava-Sûriyê 3 rojan şîn ragihand û hevxemiya xwe ji bo ruhê qurbaniyên erdheja ku bû sedema mirina hejmareke zêde ya qurbaniyan û birîndaran, ragihand.
Efrînî amaje bi wê yekê jî kir, ku operasyonên rizgarkirin û lêgerîna kesên winda li navçeya Jinidêrêsê û hin bajarên din ên Sûriyê berdewam in û hin jêderên nêzîkî Encûmenê jî diyar kirin ku hêj hejmarek ji sivîlan li nava bajar de winda ne.
Ji vir ve em bang li hemû welat û aliyên pêwendîdar dikin ku xizmet û alîkariyên mirovî û bilez pêşkêş bikin û tekezî li ser pêwîstiya destwerdana di operasyonên rizgarkirinê de û alîkariya bilez dikin.
Em peyamekê dişînin ji her kurdekî dilpak û sûriyeyî yê ku êş û trajediyên xwe parve kirine û li vir em dibêjin ku bajarê bedew ê Jindirês bûye bajarekî felaket û divê cîhan di zûtirîn dem de destê alîkariyê dirêj bike, karesat mirovahî ye û divê hemû gel û welat ji aliyê aborî û manewî ve hevgirtina bi birîndarên bajar re nîşan bidin.
Em ji malbatên qurbaniyên vê karesatê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

