Ji Silêmaniyê kampanyaya hevxemê we ne ji bo Bakur û R.Kurdistanê hat ragihandin
Kurdistan 02:46 PM - 2023-02-07
Kurdsat
Ji bo erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin
Kampanya komkirina kelûpel û pêdiviyê sereke ji bo kurdên bakur û rojavayê Kurdistan li Silêmaniyê dest pê kir.
Qaymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed di civîneke rojnamevaniyê de got: “Xelkê bajêr her tim çi ji destê wan tê ji bo Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê kirine.
Wî got: “Îro kampanyaya alîkarîkirina Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi komkirina pêdawîstî û kelûpelan dest pê kir û em wek parêzgarê Silêmaniyê piştgirîya wê kampanyayê dikin.
Kampanya ji aliyê Ajansa Medyayî ya Kurdsat ve bi hemahengiya Muzexaneya Netewî ya Amnesty International, Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê û Rêxistina Horizon tê organîzekirin.
Di heman demê de, kampanya ji xêrxwazan daxwaz dike ku bi qasî hewcedariyên (pere, betanî, çadir, kursî, kursiyên bi teker, qûntar, cil û berg, pêdiviyên yekem) bidin.
Serokê Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî di daxûyania xwe de ji bo Kurdsat got:’’ Ji 100\80 xelqê Jindirêsê di jê zemîna de dijîn ,tu alîkariya ji bo wan nehatiye tayîbet ji Turkiye,her wiha bang li hamû aliyan kir bi hawara xelqê Efrînê bên.
Serokê Encûmena Penaberan a Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî her wiha ji PUKMEDIA re jî ragihand : “Em pîrozbahiyê li Silêmanî û Kurdsat dikin ji ber vê kampanyaya ku wan ji bo xizmetkirina Kurdên Bakur û Rojava dane destpêkirin.”
“Kurdên Rojava, bi taybetî jî yên ku erdhejê zirar dîtine, di rewşek gelek xirab de ne û heta niha gelek kes di bin dar û kevirên avahiyên hilweşiyayî de ne û ti welat û aliyek guh nedaye wan, Ez bang li gelê Herêma Kurdistanê û amadekarên vê kampanyayê dikim ku alîkariyên xwe bigihînin Kurdên Rojava da ku em bi hev re alîkariya wan bikin, ez bang li gelê Herêma Kurdistanê û amadekarên vê kampanyayê dikim ku alîkariyên xwe bigihînin Kurdên Rojava da ku em bi hev re alîkariya wan bikin."da zanîn Hozan Efrînî.
Doh danê sibê erdhejek bi pileya 7.4 li gelek bajarên Tirkiyê û Sûriyê hejand û di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn.
Li gorî amarên dawî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara miriyan gihîştiye 3381 kesan û 20 hezar û 426 kes jî birîndar bûne, herwiha 5 hezar û 775 avahî hilweşiyane.
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hezar û 500 kes hatine kuştin û 3 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

