Qubad Talebanî: Bijardeya me ya yekem û dawî rêkeftineke berfireh û demdirêj e
Kurdistan 01:35 PM - 2023-02-05
Mekteba Ragihandinê yê serok wezîrê Federal
Qubad Talebanî û Mihemed Şeya Sûdanî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike û kar bo dûrxistina debara jiyana welatiyan ji nakokiyên siyasî dike.
Û di çarçoveya hewlên Yekîtiya Niştimanî de ewe ku bi yekcarî kêşeyên mayî çareser bike, daku di paşerojê de dûbare nebin.
Serdana Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma KurdistanêDi heyama borî de Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana paytext Bexdadê kir û ligel berpirsên wê derê civiya bo bi yekcarî kêşeyên heyî çareser bike.
Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, bijardeya yekem û dawî ya hikûmetên Êraq û Herêma Kurdistanê rêkeftineke berfireh û demdirêj e ku li gorî destûrê ye û di berjewendiya hemû mezheb û neteweyan de ye.
Got jî: Di hevdîtinên min yên li Bexdayê de digel serokkomar Dr.Latîf Reşîdû serokwezîr Mihemed Şeya Sûdanîû serokê Encumena Nûneran Mihemed Helbosî û serokê Tevgera Hikme Ammar El Hekîm û Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Ehmed El-Esedî, min ji dil û can banga xurtkirina gotûbêjên me ji bo gihîştina rêkeftinekê di demek nêzîk de kir, nemaze li ser bûdce û qanûna petrol û gazê.
Wî eşkere kir ku êdî ne di berjewendiya ti kes û pêkhateyan de ye ku rêkeftinê paşde bixe, hemû Êraqî û Herêma Kurdistanê jî di nav de daxweza xizmetguzarî û lênêrînê dikin ku rêkeftina tê xwestin jîngeheke dadperwerane ya yasayî ji bo her du aliyan ji bo cîbicîkirina daxwazên xelkê û baştirkirina rewşa xizmetguzariyan.
Got jî: Em hêvîdar in ku peywendîyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê bigihin asteke pêşketî, bi taybetî bi geşbînîya ku hikûmeta Êraqê bi serokatîya birêz Mihemed Şiya Sûdanî dilxwaze gelek pirsgirêkan çareser bike.
Serdaneke serkeftî û girîng bûParlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kîlan Qadir di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Serdana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo paytext Bexdayê û hevdîtinên wî ligel berpirsan serdaneke girîng e.
Got jî: Serdana Qubad Talebanî di vê demê de gelek giringe, bi taybetî piştî ku biryara Dadgeha Federalî hat dayîn û hat bo yekcarî li ser rûbirûbûna pirsgirêkan.
Pirsgirêk divê bi yekcarî bên çareserkirinNûner Kîlan Qadir dibêje: Pirsgirêkên mezin hene ku divê bi awayekî radîkal bên çareserkirin, wek kêşeyên dabînkirina darayî, mûçeyên karmendan û xizmetkirina gelê Kurdistanê.
Got jî: her çi qas peywendiyên di navbera herdu hikûmetan de baştir bin, bê guman dê xizmetguzarî, mûçe û aramî zêdetir bibe û hemwelatî dê li herêma Kurdistanê û Êraqê bi hemû xweşiya xwe bijîn.
Çareserkirina pirsgirêkan û pêşkêşkirina xizmetêParlamenterê Yekîtiya Niştimanî li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî hertim tekezî li ser wê yekê dike ku bi yekcarî kêşeyên heyî çareser bibin.
Got jî: Qubad Talebanî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, hewil daye û berdewame jî li ser çareser kirina kêşeyên berdest, pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî bo hemwelatîyan û rûbirûbûna hemû dosyayên wek petrol, gaz, deverên kêşebar û kêşeyên din bi rêya destûrê.
Hewldana domdar ji bo çareserkirina pirsgirêkên berçavParlamentar Luqman Werdî dibêje: kêşeyên heyî di çarçoveya destûra herdemî ya Êraqê de tên çareserkirin û Qubad Talebanî di heyamên borî de geriya û serkirdatiya şandên Herêma Kurdistanê kir û karîbû bigihe rêkeftinan ku alîkariya Herêma Kurdistanê kir.
Got jî: Niha jî hemû hewlên xwe yên siyasî û peywendiyên dualî bo dîtina rêyeke yasayî û çareseriyeke radîkal ji kêşeyan re dike û rê li dûbarebûna wan kêşeyan digre.
Wext e ku pirsgirêkên domdar çareser binNûnerê pêkhateya Feylî Husên Mirdan di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Dem dema çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ye ku ji demeke dirêj ve hene.
Got jî: Di heyamên borî de çarenivîsa kêşeyan hebû ku bi awayekî radîkal nehatibûn çareser kirin, divê çareyên dawî ji bo kêşeyên heyî hebin.
Di navbera her du aliyan de berjewendiyên hevpar hene
Nûner Husên MIrdan dibêje: Divê her du hikûmet bigihin rêkeftineke giştî ji ber ku em yek gel in û me di gelek mijaran de destên hev girtîye bi taybetî di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de û gelek serkirdeyên kurd hene ku li başûr û parêzgehên navendîşerê terorîstan kirine.
Got jî: Her sal ev kêşe derdikevin holê, bi taybetî dema ku bûdceya salane tê pesend kirin, lê kêşe û dozên mezin yên hevbeş hene, û şert û mercên niha rê nade ku ew kêşe bimînin, ji ber ku welatî dê tenê kêşedar bin, bi taybetî piştî bilindbûna nirxê dolar.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nirxê zêr dadikeve
11:08 AM - 2026-02-02 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Êraq 11:15 AM - 2026-02-02 Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:16 AM - 2026-02-02
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
09:20 PM - 2026-02-01
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01 -
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:16 AM - 2026-02-02



.jpg)


Aplîkêşin

