Şert û mercên YNKê misogeriya hilbijartinên adil e
Kurdistan 07:09 PM - 2023-02-04
PUKMEDIA
Hilbijartin
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser şert û mercên hilbijartineke paqij û dadperwerane li Herêma Kurdistanê di dema xwe de kir, ku aliyên Kurdistanî piştgiriya wê dikin.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê pêşwaziya Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Êraqê Jenine Plaschardt de li ser Pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê û nêrîna aliyên siyasî li ser wê proseyê yek ji mijarên civînê bû û Serok Bafil got:’’Em û piraniya aliyên siyasî li gel wê yekê ne ku hilbijartinên dadmend di dema xwe de bên encamdan, lê divê zagona hilbijartinê were guhertin, qeyda dengdêran were paqij kirin û pêkhat nûnerên xwe hilbijêrin û wekî kartên zextê neyên bikar anîn. Bicîhanîna van xalan girêdayî lidarxistina hilbijartinên adil di dema xwe da ye’’.
YNK hilbijartinek dixwaze layiqê gel beEndamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr.Ciwan Îhsan ji PUKMEDIA malpera fermî ya YNKê re gotiye;“ Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke hêzeke siyasî ya bibandor hertim xwestiye ji bo herêmê hilbijartinek ku xizmeta gel bike û hêjayî pêvajoyê be, pêwîste qanûnek nû li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê were danîn, ku prose bi xwe jî pêwîstî bi wê yekê heye, ji ber ku bi salan e ev yasa nehatiye guhertin."
Got jî: Mijareke din ya ku YNK û hêzên Kurdistanî daxwaza wê yekê dikin, ewe ku çav li tomarên dengdanê bikin ku dê bibe bingehê proseyê, lewra tomar gelek xewle û pir bi guman e.
"Ev daxwaz ji aliyê piraniya hêzên siyasî yên Kurdistanê ve tên pejirandin, ji ber wê jî ev daxwazên gelekî rewa û gelerî ne, ku karê parlamentoya Kurdistanê ye ku li ser wan kar bike, daku bikaribe hilbijartineke paqij û dadperwerane misoger bike.Pêwîste pêbaweriya hêzên siyasî û dengderan bi xwe misoger bike, ku layiqî ezmûna Herêma Kurdistanê ye."Ciwan Ihsan got.
Herwiha got: "Nêrîna YNKê ya derbarê hilbijartinan de diyar e ku ti niyeta wê ya siyasî nîne. Daxwaz û têbîniyên YNKê yên derbarê proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê di berjewendiya giştî de ne.YNK ji bilî israra li ser parastina ezmûn û mezinahiya Herêma Kurdistanê û navûdengê wê yê demokrasiyê ti armanceke din nîne."
YNK demokrasiyê dixwazeYNK wek partiyeke sosyalîst enternasyonal hewl dide demokrasiyê li Herêma Kurdistanê û Êraqê pêş bixe.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Jutiar Nûrî ji PUKMEDÎA'yê re ragihand: "YNK hemû hewlên xwe dide ji bo pêşxistina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê û daxwazên wê yên ji bo proseya hilbijartinan jî di vê çarçoveyê de ne."
“YNK wek partiyeke sosyalîst enternasyonal pêşwaziyê li her proseyeke ku xizmeta demokrasiyê li Herêma Kurdistanê û Êraqê bike, dike.
Ji ber vê yekê armanc ew e ku hêviyên gel bi cih bînin û pêvajoyek bi tevahî demokratîk û şefaf be.
YNK ji bo hilbijartinan amade yeŞertên ku YNK’ê ji bo hilbijartinan daxwaz dike, ji aliyê partiyên Kurdistanî ve jî tê xwestin û dê xizmeta pêvajoyê bike.
Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Ziad Cebar ji PUKMEDIA re ragihand: “YNK ji bo hilbijartinan amade ye, lê bi şert û mercên ku berê ragihandibû. “Paqijkirina qeyda hilbijêran, jinûve aktîvkirina komîsyonê û sererastkirina qanûna hilbijartinê pêk tê.
“Şert û mercên ku YNK’ê ji bo hilbijartineke paqij û adil daxwaz dike, ji aliyê partiyan ve jî tê xwestin û divê hemû alî dûrî sextekariyê dengên xwe yên rast bizanibin, ji bo ku em hemû gel bi proseya hilbijartinan aşt bikin, ku proseyeke demokratîk e’’.Wiha got
“YNK’ê bi PDK’ê re li ser sererastkirina yasaya hilbijartinê di avakirina kabîneya nehemîn de li hev kiriye ku bo kodengî ware kirin. Mixabin piraniya rêkeftinê ku yek ji xalên sererastkirina yasaya hilbijartinan e, nehatiye cîbicîkirin û YNK daxwaza cîbicîkirina wê dike’’.Da zanîn Parlementer.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorran, Civaka Dadwerî û Yekgirtûya Îslamî di vê dawiyê de ji bo gotûbêjkirina hilbijartinan civiyan û ragihandin: “Divê beriya hilbijartinan zagona hilbijartinê bê guhertin û komîsyon ji nû ve bê aktîfkirin û piştre komîsyon qeyda dengdêran paqij bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

