YNK aştî û xizmetguzariyê dixwaze
Kurdistan 11:35 AM - 2023-02-03
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
YNK li ser rêya Serok Mam Celal xebata xwe ya siyasî berdewam dike û aştî û aramî ji bo gelê Herêma Kurdistanê û Êraqê aniye.Endamekî Serkirdayetiya YNKê dibêje:“Serok Bafil dixwaze daxwazên welatiyan di çarçoveya destûrê de bên cîbicîkirin.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di heyama du rojên borî de li Bexdayê ligel hejmarek ji serkirde û balyozan civiya û di civînê de tekezî li ser wê yekê kir ku li gorî destûrê divê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi dawî bên.
Aştî zêdetir dê ji Bexdayê pêk wereEndama Serkirdatiya YNKê Hasîbe Ebdullah ji PUKMEDIA re wiha got: “Karê Serok Bafil hemû bername û gavên wî bi awayekî zelal nîşan dide ew weke Serok Mam Celal e û berdewamiya peywendiyên ku Mam Celal li Bexdayê li gel Şîe, Sunne, Tirkmen û aliyên siyasî yên Êraqê ava kiribû, berdewam dike, ku armanca wê avakirina baweriyê di navbera aliyan de bo berjewendiya gelê Êraqê ye."
“Serok Bafil Talebanî Bexda xistiye karê xwe yê pêşîn, ji ber ku YNK di wê baweriyê de ye ku her çi qas peywendiyên me li gel Bexdayê baştir bibin, em dikarin zêdetir xizmeta gelê Herêma Kurdistanê bi giştî û xelkê navçeyên dervayî Heremê bikin, ji ber wê jî hewlên Serokê YNKê di serî de ji bo dabînkirina ewlehî û aştiyê ye.”’Hasîbe Ebdullah wiha got
Her wiha got: “Serokê YNKê pê hesiyaye ku cudabûna peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê di warê aştî, ewlehî û xweşiyê de dê ziyanê bigihîne Herêma Kurdistanê.
Endamê Serkirdayetiya YNKê got: “Serok Bafil dixwaze daxwazên welatiyan di çarçoveya destûra bingehîn a Êraqê de cîbicî bike û jiyaneke minasib ji bo xelkê dabîn bike, ev hewldan ne tenê bi kêrî Kurdan tê, belku di berjewendiya hemû gelên Êraqê de ye.
YNK siyasetê dixe xizmeta gelYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de israr dike û dixwaze siyasetê bike xizmeta gel,ji bo vê yekê jî hevdîtinên Serok Bafil ligel şandên pilebilind ên hikûmet û partiyên Êraqê berdewam in.
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Çiro Hema Şerîf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand:"Serok Bafil hewl dide navbeynkariyê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Êraqê de bike da ku pirsgirêkên xwe li gorî destûrê çareser bikin û dixwaze siyasetê dîsa bixe xizmeta gel."
Ragihand:’’Ne tenê li Herêma Kurdistanê belku li Êraqê jî, Serokê YNKê hewl dide aliyan nêzîkî hev bike, da ku xizmeta xelkê bike û zêdetir aştî li Herêma Kurdistanê û Êraqê pêk bê.”
Dema hikûmeta nû ya Êraqê hat avakirin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) reşnivîsek pêşkêş kir û niha hinek xalên wê reşnivîsê ketine warê cîbicîkirinê de, Serokê YNKê hewlên xwe ji bo cîbicîkirina beşên din ên projeyê zêde kiriye, bi taybetî çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û aramî û bexteweriya zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê û Êraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

