Kerkûk.. helwestek yekgirtî û lîsteyek hevbeş ya partiyên Kurdistanî
Kurdistan 01:22 PM - 2023-02-01
PUKMEDIA
Civîna partiyên Kurdistanî li Kerkûkê
Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê rewşa giştî ya parêzgehê û navçeyên Kurdistanî û çawaniya rûbirûbûna wan astengiyên li pêşiya welatiyan gotûbêj kirin.
Aliyên Kurdistanî li ser hemû mijarên ku hatine gotûbêjkirin lihevkirin û soz dan ku hewlên pêwîst ji bo çareser kirina wan astengan û bidawî anîna kêşeyên îdarî û emnî yên li hember xelkê Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bidin.
Di civînê de pirsa mafên destûrî û yasayî yên Kurdan, pirsgirêka zeviyên çandiniyê yên cotkaran, dosya hilbijartinên dahatî yên encûmenên parêzgehan û aktîvkirina madeya 140 hate gotûbêjkirin
Di civînê de rewşa Kerkûkê hat gotûbêjkirinBerpirsê Navenda Rêkxistinên Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rewend Mela Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Civîna aliyên Kurdistanî li Kerkûkê ji bo şopandina rewşa niha ya parêzgehê gelekî girîng e.
Got jî: Di civînê de me behsa pirsgirêkên heyî yên li Kerkûkê, pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî bo welatiyan û mijarên girêdayî paşeroja parêzgariya Kerkûkê kir.
Yekitiya partiyên KurdistanîRewend Mella Mihemed dibêje: Partiyên Kurdistanî di civînê de tekezî li ser yekrêziya rêz û helwestê kirin, bi taybetî di hilbijartinên dahatî yên encumenên parêzgehan de.
Got jî: Partiyên Kurdistanî tekezî li ser şopandina hemû rewşên parêzgeha Kerkûkê kirin û rûbirûbûna her rewşên awarte û nexwestî yên li parêzgeha Kerkûkê rû bidin.
Em sipasiya destpêşxeriya Yekîtiya Niştimanî dikinBerpirsê Navenda Rêxistinên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê li Kerkûkê Herdî Husên ji PUKMEDIA re ragihand: Civîn û diyaloga navbera aliyên Kurdistanî ji bo parêzgariya Kerkûkê gelek girînge.
Herwaha got, em spasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikin ku destpêşxeriya wê ya ji bo komkirina aliyên Kurdistanî ji bo gotûbêjkirina pirsên giring ên girêdayî parêzgeha Kerkûkê.
Çareserkirina pirsgirêkên ÎdarîSekirtêrê ofîsa Tevgera Goran li parêzgeha Kerkûkê Mihemed Nasr Eldîn ji PUKMEDIA re ragihand: Di civînê de mijarên girîng ên parêzgeha Kerkûkê hatin gotûbêjkirin.
Got jî: Civînê behsa xizmetgozariyên parêzgeha Kerkûkê û pêngavên alîkarî û piştevanîkirina xelkê parêzgarê Kerkûkê bi taybetî rûbirûbûna pirsgirêkên îdarî kirin.
Pêdiviya Kerkûkê bi yekrêziya refê partiyên Kurdistanî heyeMihemed Nasr Eldîn dibêje: Parêzgeha Kerkûkê pêwîstî bi yekrêziya aliyên Kurdistanî heye, ji ber ku hemû kêşeyên Kerkûkê bi yekrêziya refa aliyên Kurdistanî çareser dibin.
Got jî: Pêwîste aliyên Kurdistanî nakokiyên xwe bidin aliyekî û bibne yek ji ber ku kilîta çareser kirina kêşeyên Kerkûkê di yekrêziya aliyên Kurdistanî ye.
Hilbijartinên encûmenên parêzgehanMihemed Nasr El-Dîn dibêje: Kerkûk li ber helbijartinên parêzgehan e û divê aliyên Kurdistanî bernameyeke yekgirtî ji bo beşdarbûna di hilbijartinên parêzgehan de amade bikin, ji ber ku ev hilbijartin dê ji bo parêzgeha Kerkûkê giring û çarenusî bin.
Got jî: divê Kurd giranî û pêgeha xwe li parêzgarê Kerkûkê bi danîna bernameyeke yekgirtî di nav alîyên Kurdistanî de bo beşdarbûna di hilbijartinên civata parêzgehan de vegerînin, û yek ji wan bernameyan jî ewe ku bi lîsta yekgirtî ya Kurdistanî beşdarî hilbijartinan bibin.
Di hevdîtinê de mijarên girîng hatin nîqaşkirinEndamê Mekteba Siyasî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Şiwan Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand: Di civînê de aliyên Kurdistanî çend mijarên girîng gotûbêj kirin. Rewşa ewlekarî û xizmetguzarî ya parêzgeha Kerkûkê bi taybetî postên îdarî û hilbijartinên encumenên parêzgehan .
Lîsteya yekgirtî ya KurdanŞiwan Mihemed dibêje: Partiyên Kurdistanî di civînê de tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîste lîsteyek yekgirtî ya Kurdan li parêzgeha Kerkûkê hebe.
Got jî: Hilbijartinên parêzgehan bo parêzgeha Kerkûkê hestiyar e, ji ber wê jî nabe ev hilbijartin bibe qurbanê nakokiyên siyasî, lewra me hemûyan di civînê de tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste aliyên Kurdistanî lîsteyek yekgirtî hebe ji bo beşdariya di hilbijartinên parêzgehan de.
Civînek pir girîng eBerpirsê Navenda Rêkxistinên Kerkûkê ya Koma Dadweriya Kurdistanê Rêbaz Sabêr ji PUKMEDIA re ragihand: Civîn gelek girîng bû ji bo amadekariya rûbirûbûna wan kêşeyên ku li parêzgeha Kerkûkê hene.
Got jî: Divê em bi awayekî piraktîkî xizmeta Kerkûkê bikin û helwest û gotareke yekgirtî hebe bo rûbirûbûna kêşeyan û çareser kirina kêşeyên Kerkûkê bi yekcarî.
PUKMEDIA taybet
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

