Parlamenter: nabe qûtê gel bi nakokiyê siyasî re tevlîhev bikin
Kurdistan 08:37 PM - 2023-01-25
Dadgeha Bilind a Êraqê
Dadgeha Bilind a Êraqê
Dadgeha Bilind a Êraqê biryara Encûmena Wezîran a şandina 400 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê betal kir, di heman demê de rêkeftina siyasî ya pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê tekezî li ser wê yekê kir ku “maaş û bûdceya” herêmê dûrî nakokiyên siyasî ye.
Damezrandina hevpeymaniyê rêvebiriya dewletê ku piraniya hêzên siyasî yên Êraqê di hikûmetê de cih digirin, di nav wan de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê, dê diyalog bibe bingehê çareserkirina pirsgirêkên bi taybetî di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser bûdce, mûçe û petrolê û qanûnên gazê û madda 140.
Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî di danûstandinên avakirina hikûmet , kabîneya nû de, her wiha di civînên hevpeymaniya rêveberiya dewletê de bi zelalî got: “Nabe jiyan û refaha welatiyên herêmê bi nakokiyên siyasî re were tevlihevkirin.”
Li ser vê bingehê YNKê hewl da bo şandina 400 milyar dînar bo meha Mijdar û Kanûna 2022ê ji Herêma Kurdistanê re û serokwezîr jî li ser wê biryar da, lê Dadgeha Federalî derbarê giliyê li ser Mihemed Şîa Sûdanî de biryar da ku 6 biryarên Encûmena Wezîran ku ferman dabû Wezîrê Darayî ya şandina pereyan bo Herêma Kurdistanê betal kir.
Di nîvê meha berê de, Encûmena Wezîrên Êraqê şandina 400 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê ji bo mûçeyên Mijdar û Kanûnê pesend kir, lê heta niha ew pere ji aliyê Wezareta Darayî ya Êraqê ve nehatiye şandin.
Li hember vê yekê çend kesayetiyên siyasî û çavdêrên Êraqê li dijî biryara Dadgeha Federalî nerazîbûn nîşan dan.
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Dr.Narmîn Merûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:“Pêwendiyên aloz ên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê sedema sereke ye ku Dadgeha Federalî hertim debara jiyana xelkê li dijî gelê Herêma Kurdistanê bi kar tîne.
"Li gorî destûrê, gelê Herêma Kurdistanê wek parêzgehên din ên Êraqê, mafê xelkê Herêma Kurdistanê ye ku ji aboriya welêt sûd werbigire, herwiha hikûmeta Êraqê heta niha hemû ziyanên ku ber Herema Kurdistanê ketine bi destê rêjîma Êraqê qerebû nekiriye." Dr. Narmîn Ma'rûf got.
Her wiha got: “Me hewl da ku debara jiyana xelkê Herêma Kurdistanê bi nakokiyên siyasî re tevlîhev nebe, lê her carê Dadgeha Federalî biryar li dijî xelkê Herêma Kurdistanê dide û careke din wan ceza dike.
Çavdêrê siyasî yê Êraqê Newfal Hemdanî di twîtterê de got: Ez li dijî siyaseta birçîbûnê me û Herêma Kurdistanê beşek ji civaka Êraqê ye û vî gelê ezîz bi gendeliyê re tevlihev nekin.
Çavdêrê siyasî yê Êraqî Elî Bedir di twîtterê de got: "Biryara Dadgeha Federalî ya redkirina şandina pereyan bo Herêma Kurdistanê, kirîzeke nû çêdike ku dê bandorê li karê hikûmetê bike, ku di rewşeke aram de ye."
“Yekemîn qurbaniyên vê biryarê xelkê Herêma Kurdistanê ne û pêwîste ji krîzên siyasî rizgar bibin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

