Li Hewlêrê êrîşî parêzeran dikin
Kurdistan 07:02 PM - 2023-01-25
PUKMEDIA
Parêzer Şîraz Şahab Barzanî
Du karbidestên bacê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişî parêzerekî kirin çek jê kişandin û gefa kuştinê li parêzerek xwarine, ev nêzîkî 2 meh in ku doz nehatiye şopandin û gumanbar nehatine dadgehkirin. Der barê wan de li qereqola Baxtiyariyê gilî li wan hat kirin.
Şêwirmendê parêzer Şîraz Şahab Barzanî rastî êrîşa 2 karmendan hat û li şûna girtina gumanbaran ofîsa wî hat girtin.
Li gorî peyama parêzer Şîraz Şahab ku ji raya giştî, encûmena dadwerî û sendîkaya parêzeran, wêneyek ji PUKMEDÎA re re hatiye şandin .
Bûyer 7ê Kanûna 2022ê li Hewlêrê qewimî .Li gorî parêzer, du karmendên bi navê Rêveberiya Bacê ya Herêma Kurdistanê bêyî ku nasnameya xwe bidin nasîn û bi awayekî neguncayî ketine avahiya parêzerê min û bi navê Rêveberê Giştî yê Bacê Herêma Kurdistanê dest bi heqaretan li min, malbata min û parêzeran kirine.
Parêzerekî Hewlêrê tê tehdîdkirin û gumanbar serbest inŞîraz Şahab dibêje:“F çek ji min kişand hundirê buroya parêzerê min û gefa kuştinê li min xwar, ji ber ku min qebûl nekir ku heqaret li pîşeya parêzeriya min û parêzeriya min kiriye, û piştre ji bo çekê ji bersûc (F) bigirim min serî li polîsên hawarhatinê û asayîşê da û li şûna ku gumanbar bê girtin û radestî dadgehê bikin, walîtiya Hewlêrê ofîsa min bi qeflê kilît kirin.
Sendîkaya parêzeran ti bertek nîşan neda“Tiştê seyr ew e ku Baroya Kurdistanê û serokê sendîkayê bertek nîşanî vê yekê nedan û bêdengiya xwe hilbijart. Min gilî li tawanbarên KW, F û R li navenda polîsên Baxtiyariyê kir. Li gorî lêkolînan Dadwer, li ser her sê tohmetbar jî biryara amadebûna dadgehê hatiye dayîn, lê heta niha tenê li ber navenda polîs amede bûne.“Nazanim çima bo dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê nehatine şandin.” Parêzer Şîraz Şahab got.
Parêzer Şîraz Şahab got :“Tiştê herî ecêb ew e ku li şûna ku tohmetbar ji bo karên qanûnî bişînin cem dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê, navenda polîsê Bextiyarî û efserê navenda polîs rê dane gumanbaran ku li dijî min gilî bikin wekû ewaye ku min bi çekê li Rêveberiya Bacê ya Herêma Kurdistanê êrişî wan kiriye.”
Divê dewleta hiqûqê bi ser bikeveWî got: "Ez wek parêzer tenê dixwazim serweriya qanûnê, pîşeya pîroz a parêzeran bê rêzgirtin, tawanbar sizayê xwe werbigirin û ti kes ji yasayê dernekeve."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

