Encûmena Penaberên Kurdên Rojava spasiya serok Bafil kir

Kurdistan 04:49 PM - 2023-01-11
Roşîn Serêkanî û Mistefa Muslim

Roşîn Serêkanî û Mistefa Muslim

Encûmena Penaberên Kurdên Rojava spasiya serok Bafil Celal Talebanî kir
Ji ber alîkarî û destekdayîna serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî Encûmena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye û Rêxistina Hawarê ya Civaka Sivîl spasiya helwest û hevkariyên serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  serok Bafil Celal Talebanî kirin ku di demên pêwîst de destek û alîkarî daye hinek ji malbatên penaberan ku dilê wan û dilê penaberan xweş kiriye û ev pêngav bi pêngaveke erênî û xweşdilî nirxandin.

Her weha parêzer Mistefa Muslim nûnerê Encûmena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye û berpirsê komîteya yasayî derbarê alîkariya serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî ji penaberên kurdên Rojavayê re di daxuyaniyeke taybet ji bo PUKMEDIA`yê ragihand: "Em spasê serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  rêzdar Bafil Celal Talebanî dikin û em  hêvîdarin ku hemû serkirde û dewlemendên kurd hewil bidin erkên xwe li hemberî penaberên kurdên Rojava bicih bikin û bi taybetî piştî ku Neteweyên Yekbûyî (UN)ê projeya xwe ya alîkariya kurdên Rojavayê Kurdistanê ji 2019`an ve daye rawestandin".

Her weha nûnera Rêxistina Hawarê ya Civaka Sivîl Roşîn Serêkaniyê jî di heman mijarê de, daxuyaniyeke taybet ji malpera fermî ya PUKMEDIA`yê re ragihand: "Em wek rêxistina Hawrê spasiya serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rêzdar Bafil Celal Talebanî dikin û vê pêngavê bi pêngaveke gelek girîng û dîrokî dinirxînin ku di wê astê de, alîkarî û destekdayîna xelkên Rojavayê Kurdistanê dike û bi taybetî penaberên Rojavayê Kurdistan çi li Şehbayê û çi li Herêma Kurdistanê be cihê rêz û pêzanînê ye".

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Roşîn Serêkaniyê dazanîn ku ew hêvîdarin ku hemû aliyên kurdî û Kurdistanî û dewlemend û karsazên kurd hewil bidin wek serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rêzdar Celal Talebanî destek û alîkariya penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û bi taybetî ên kesên nexweş û hejar ku ji ber nebûna aborî ve nikanin xwe derman bikin û hinek ji wan jiyana xwe jidest dane û hinek jî li ber mirinê ne û hinek jî dinalin û bang dikin lê alîkarî lawaze û UN jî bêdeng e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Konferansek li ser vegera penaberan

Kurdistan 05:23 PM - 2024-05-10 Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket