Nizar Amedî: Biryare 400 milyar bên şandin

Êraq 05:52 PM - 2023-01-10
Wezîrê Jîngehê Nizar Amedî

Wezîrê Jîngehê Nizar Amedî

Nizar Amedî  Wezîrê Jîngeha Êraqê got: “Encûmena Wezîrên Êraqê biryara dawî ya şandina 400 milyar dînaran  daye, ewa jî piştî guhertina awayê şandina wê hat.”
Herwiha got: "Li gorî biryara nû ya Encûmena Wezîran a Êraqê, bi rêya bankî TBI dê 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne û Wezareta Darayî ya Êraqê jî dê garantî bide wê pereyê ku ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin heta ku bûdceya sala 2023 were pesendkirin." pere dê wek para herêmê di butçeyê de cih bigire.
Berî niha hikûmeta Herêma Kurdistanê hesabên dawî ji Êraqê re neşandibû, Wezîrê Darayî biryar dabû ku 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re neyê şandin.Eşkereye ku tîma PDK di hikûmeta Herêma Kurdistanê de û arasteyek nav  wê partiyê de, dibe sedem ku pirsgirêkên bûdce û darayî yên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê çareser nebin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket