YNK daxwaza nûneratiya rasteqîne ya kêmneteweyan li Parlamentoya Kurdistanê dike
Rêportaj 01:38 PM - 2023-01-09
YNK daxwaza nûneratiya rasteqîne ya kêmneteweyan li Parlamentoya Kurdistanê dike
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo ku ji kêmîneyan re nûnertiya rasteqîne li Parlementarê hebe hewil dide, ji bo wê yekê û sererastkirina yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina kêmîneyan gelek qurbanî da.
Hewldaneke mezin ji bo parastina mafên kêmneteweyanEndama Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hesîbe Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî bi serokatiya rihmetî Mam Celal ji bo parastina mafên kêmîneyan gelek xebat kir.
Û wê got jî: Serok Mam Celal hertim tekez kiriye ku ew parêzvanê rasteqîne yê mafên kêmîneyan e, û ya ku serok Bafil Celal Talebanî niha dike berdewamiya siyaseta Serok Mam Celal e ji bo berevanîkirin ji mafên kêmnetewan û dabînkirina mafê wan ji bo jiyaneke birûmet û aram ji bo ku ew rêûresmên xwe yên olî di bin sîwana Yekîtiya Niştimanî de bi hemû azadî pêk bînin.
Nûnertiya rasteqîne ya kêmneteweyan di Parlamentoya Kurdistanê deHesîbe Ebdullah dibêje: Yekîtiya Niştimanî daxwaz ji kêmîneyan dike ku nûneratiya rasteqîne li Parlamentoya Kurdistanê de hebe û li ser vê mijarê tekez dike.
Wê got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza serastkirina yasaya hilbijartinan li Parlamentoya Kurdistanê kir daku kursiyên kêmîneyan nebin bin kontrola partiyan, lê kêmîne nûnerên xwe yên rasteqîn hilbijêrin.
Nûnertiya kartonî ya kêmîneyanHesbe Ebdullah tekez dike ku hinek aliyên siyasî kursiyên kêmîneyan kontrol dikin û nûneratiya niha li Parlamentoya Kurdistanê nûneratiyeke kartonî ye ku daxwazên kêmîneyan nîşan nade.
Wê herwiha got em dixwazin nûneratiyeke rasteqîne ya kêmneteweyan li Parlamentoya Kurdistanê hebe, daku daxwazên xwe diyar bikin, pirsgirêkên xwe di nava Parlamentoya Kurdistanê de bînin ziman û xizmeta navçeyên ku kêmnetewe lê dijîn.
Daxwaza dabînkirina mafên kêmneteweyanParlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ebdul Nasir Ehmed ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî heta niha jî parêzvanê rasteqîne yê mafên kêmîneyan bû.
Got jî: Kêmnetew divê nûneratîya rasteqîne li parlemantoya Kurdistanê hebin daku bi azadî daxwaza mafên xwe bikin û arîşeyên xwe bilind bikin.
Nûnertiya rast a hindikayiyanParlamenter Ebdul Nasir Ehmed dibêje: Em daxwaz dikin ku nûneratiya rasteqîne ya kêmîneyan di Parlamentoya Kurdistanê de hebe, lê mixabin hinek alî hene ku li dijî vê yekê ne.
Got jî: hindek alîyên sîyasî hene ku nûnerên kêmîneyan bo serxistina pirojeyên xwe yên hizbî bikar tînin û nûnerên kêmîneyan jî niha li gor berjewendîyên wan partîyan kar dikin.
Got jî: nûnerên kêmîneyan divê nûnerên rasteqîne yên pêkhatên xwe bin, ji ber ku niha ew nûnerên rasteqîne yên pêkhateyên xwe ne û herwiha azad nînin ku biryarên xwe bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

