Bi hewlên berdewam yên Yekîtî..Bexda biryar da ku 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne
Kurdistan 01:15 PM - 2022-12-14Bi hewlên berdewam yên Yekîtî..Bexda biryar da ku 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne
Encumena Wezîran a Federal di civîna xwe ya duh sêşemê de biryar da ku 400 milyar dînar weke mûçeyên mehên 11 û 12ê sala 2022ê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re were şandin.
Yekîtiya Niştimanî wek hêz û aliyek çalak di proseya pêkanîna hikûmeta nû ya federal di civînên di navbera aliyên siyasî de tekezî li ser wê yekê kir ku piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin û pêwîstî û pêdiviyên welatiyan dabîn bikin û pirsa mûçeyê karmendan di karê xwede bikin mjarekî serekî.
Pereyên şandî divê bikeve xizmeta welatiyanNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Biryar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand: Piştî biryara hikûmeta federalî ya şandina mûçeyê karmendan bi qasî 400 milyar dînar, Hikûmeta Herêma dikare mûçeyê karmendan di dema diyarkirî de her meh û bê paşxistin bişîne.
Got jî: Hikûmet divê ev pereyên ku ji alîyê hikûmeta federal ve hatî şandin bixe xizmeta hemwelatîyan û dana mûçeyên wan bilez bike û ji bo tiştên din bikar neyne.
Divê dayîna mûçeyan bibe pêşanîParlamenterê Parlamentoya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd ji PUKMEDYA re ragihand: Biryara hikûmeta federal ya şandina 400 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê bo mehên 11 û 12ê sala 2022 ye. Pêwîste ev mîqdar bikeve xizmeta hemwelatiyan û hikûmet lezê bide dana mûçeyê karmendan bo vê mehê û heta sala bê paşda neke.
Hikûmet dixwaze mûçeyên karmendan dereng bixeParlamenter Ebdulsetar Mecîd tekez kir: Her kes dizane ku hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê dikare her meh mûçeyê karmendan bide bêyî ku pêwîstî bi taybetmendiyeke darayî ji aliyê hikûmeta federal ve hebe.
Û wî got jî: Mixabin ev hikûmet dixwaze mûçeyên karmendan dereng bixe wan êşkence bike û mafên wan ên rewa ji dahatên giştî nede, divê em rê li pêşiya hikûmetê bigrin ku tişta ku cara borî kiriye dîsa dubare neke wek dema ku hikûmeta Federal di 2020 de heme miqdar şandibû lê hikûmetê ev qas xerc nekir ji bo belavkirina mûçeyên karmendan veşart û kes nizane ew pere bi ku ve çûn.
Ev daxwaz ji bo Yekîtiya Niştimanî yekem bûCîgirê berê, endamê komîteya darayî Şêrwan Mîrza ji PUKMEDIA re ragihand: Ew pereyê ku hikûmeta federal biryar daye ji bo Herêma Kurdistanê bişîne li gorî wê bûdceya federalî ya sala 2021ê hatiye diyarkirin.
Got jî: Şanda hikûmeta herêma Kurdistanê di wê demê de bi serokatîya birêz Qubad Talebanî cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bû û wî bi xwe pêdagirî li ser wê yekê kir ku li gel hikûmeta federal rêkeftinek bê kirin bo şandina her mûçeyekê bo hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo dayîna mûçeyên karmendan alîkariyê bike.
Qubad Talebanî li ser çareserkirina kêşeyên pêdagir bûŞîrwan Mîrza tekez dike: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û birêz Qubad Talebanî wek serokê şanda danûstandinan hertim di hemû civînan de daxwaz dikir ku ji Herêma Kurdistanê re pere were şandin ji bo dabeşkirina mûçeyan.
Got jî: Daxwaza dabînkirina mafên Herêma Kurdistanê û piştrastkirina daxwazên Herêma Kurdistanê di bûdceyê de û diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê li gorî destûr û yasayên cîbecîkar kir.
Divê hikûmet di dayîna mûçeyên karmendan de lez beParlamenterê berê Şîrwan Mîrza tekez dike: Divê hikûmet vê pereyê ku hikûmeta federal şandiye tenê ji bo mûçeyên karmendan bikar bîne ji ber ku di bûdceya sala 2021ê de ev mijar hatiye diyarkirin.
Got jî: Pêwîste hikûmet bi hatina han vê mûçeyê bikar bîne û bi dahatên ku werdigire bilez ji bo mûçeya meha dawî ya îsal bi kar bîne û heta sala bê paş nexe.
Naveroka biryara Encûmena Wezîran a Federalli gora ku di pirograma wezaretê de hatiye ku ji aliyê fireksiyonên siyasî ve hatiye lihevkirin û ji aliyê meclisa nûneran ve li gor biryara wê (hejmar 18 a sala 2022) hatiye pesendkirin, ku di nameya bi jimare (1/9/) D.X/S.1/18) di 27ê Cotmeha 2022an de lijneya Wezîran ev biryar da:
Wezareta Darayî 400 milyar dînar ji bo dayîna xercên Herêma Kurdistanê terxan kir, bi mercê ku bi hemahengî ew mûçe piştî kontrolkirina Daîreya Federalî ya Çavdêriya Darayî ya daneyên girêdayî dahatên neftê û neftê were terxankirin. di navbera wê û Ofîsa Çavdêriya Darayî li herêmê, û temamkirina Wezareta Neftê ya Federalî ji bo hesabkirina dahatên petrolê bi hemahengî ligel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li Hikûmeta Herêma Kurdistana Êraqê.
PUKMEDIA taybet
hewal ziyatr
-
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15 -
YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
06:38 PM - 2024-05-14
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
12:10 PM - 2024-05-16
Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
11:10 PM - 2024-05-15
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
10:00 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
Kurdistan 12:10 PM - 2024-05-16 -
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
Kurdistan 07:19 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
Kurdistan 04:19 PM - 2024-05-16