Serkirdeyekî YNKê Xelata Kesayetiya Dirûst werdigire

Kurdistan 04:11 PM - 2022-12-09

Endamê Desteya Bilind a Siyaset û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Ednan Muftî xelata Kesayetiya Rûmet wergirt.
Bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî gendeliyê, rêxistinên civaka sivîl li Hewlêrê ji bo komek kesayetiyên navdar û berpirsên siyasî yên dêrîn civînek lidar xist û di civînê de endamê desteya bilind ya siyaset û berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, birêz Ednan Muftî di encama karekî ku di dema hilgirtina erkên siyasî û îdarî û bi bêalîkirina erkên xwe de pêk anîbû, bi xelata Kesayetiya Dirûst hat xelatkirin.
Ednan Mihemed Reşad Muftî, li Hewlêrê (1949) ji dayîk bûye, xwedî dîrokeke dirêj di têkoşîna siyasî de ye, di rûniştina duyemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê de weke Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat hilbijartin û endamê Mekteba Siyasî YNKê bû. Endamê Encûmena Bilind a Siyaset û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket