Salar Serhed: YNKê peroşa beşdariya siyasî ya aliyan e
Kurdistan 05:17 PM - 2022-11-28Salar Serhed berpirsê borda peywendiyên Kurdistanî
Civîna bilind a Dukanê ku bi destpêşxeriya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bû ku bêhtir ji 20 partiyên siyasî li Herêma Kuridstanê tê de beşdar bûn ku malê Mam Celal careke din buye bi çetra komkirina hêzên siyasî ku rêya siyaseta rastî ji bo yekrêzî û yek helwestiya li ser pirsgirêkên nîştimanî û netewî û pêşhatên siyasî û bi taybetî rêxistina ew perçebûna nav mala kurdî ye.
Destpêşxeriya YNKê li rewangeha peroşiyê de bû
Berpirsê borda peywendiyên Kurdistanî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Salar Serhed Xelîfe Yunis ji bo malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê PUKMEDIA`Yê re ragihand: "Destpêşxeriya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li rewangeha peroşî û berpirsyartiya nîştimanî û heya wek yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî bihêztir bibin û di beşdariya pirsên siyasî de ."
"Aliyên siyasî ku beşdarî civîna bilind ya Dukanê bibûn 20 partiyên siyasî ên Herêma Kurdistanê bûn, kêfxweşiya xwe ji destpêşxeriya serok Bafil Celal Talebanî re anîn ser ziman ku bi werçerxaneke girîng e ji rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê hatiye daxistin e. Ev gotin ya Salar Serhed e."
Deriyê YNKê ji giftugoyan re vekirî ye
Aliyên siyasî ku beşdarî li civîna bilind a Dukanê bibûn, li ser ewê ku qewereya Herêma Kurdistanê metirsî li ser heye û pêwîstî bi yekhelwestî lihemberî ew rûbirûbûnên metirsîdar heyeyekdeng bûn .
Berpirsê borda eywendiyên Kurdistanî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dibêje: "Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)êderiyê xwe ji bo giftugoyan vekirî ye û bi ser ti aliyekî danexistiye û li wê yekê têdighêje ku Herêma Kurdistanê ji çendîn alî ve rastî metirsiyan tê û eger kurd yekdeng û yekhelwest nebin, wê metirsiya mezin li ser qewereya Herêma Kurdistanê hebe."
Salar Serhed Xelîfe ragihand: "Yek gotarî û yekhelêwestî aliyên siyasî ji bo Herêma Kurdistanê di vê dema niha ya hestyar de, gelek girînge û aliyên ku li gel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê yekhelwestên ku niha ji hemû demên berê girîngtire û pêwîstî bi yekhelwestiya aliyên siyasî û yekdengiya wan heye."
Aliyên siyasî li gel rêrastkirina rastiya siyasetin
Aliyên siyasî ên Herêma Kurdistanê ku beşdariya civîna bilind a Dukanê bûne ku hejmara wan 20 partiyên siyasî Kurdistanî bûne, hemû li gel rastkirina siyaseta Herêma Kurdistanê hevbîr û hevnerîn bûne.
Encûmena siyasî wek çareseriyek ji kêşeyan re ye
"Dirustbûna encûmena siyasî li Herêma Kurdistanê hevkarekî başe ji bo hikûmet û parlemana Kurdistanê û kêşe û girftan di Herêma Kurdistanê de bi riya wê encûmenê giftugo dikin û çareser dikin." Ev gotina Salar Serhed e.
Berpirsê borda peywendiyên Kurdistanî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wiha got: Encûmena Siyasî wê yekdengî û yekhelwestî yê aliyên siyasî Herêma Kurdistanê saz bike û bi taybetî li ser pirsên nîştimanî û yekhelêwestî saz dike.
Di belavoka aliyên beşdarî civîna bilind a Dukanê de,tekez li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera hêz û aliyên siyasî Kurdî hat kirin tako ew metirsiyên ku li ser Herêma Kurdistanê hene, li ber çavan bê girtin û yekhelwest û yekdeng bin û siyasetê rastir bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15 -
YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
06:38 PM - 2024-05-14
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
12:10 PM - 2024-05-16
Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
11:10 PM - 2024-05-15
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
10:00 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
Kurdistan 12:10 PM - 2024-05-16 -
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
Kurdistan 07:19 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
Kurdistan 04:19 PM - 2024-05-16