Hewlêr nabe bi wîleyeta partiyekî
Kurdistan 10:26 AM - 2022-11-24
Bajarê Hewlêrê nabe bi wîleyeta partiyekî û YNKê gelek qurbanî ji bo wê bajarê daye.
Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ye û milkê ti reng û aliyekî siyasî diyar nîne û ji bo ti kesan nîne ku xwe bi tenê bike xwedanê vî bajarî. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê xwîn ji bo vî bajarî rijandiye ku qurbaniyên herî pir daye û dîrok bînerê wê rastiyê ye.
Hewlêr paytexta Kurdistanê ye
Di wê barê de, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî ragihand:"Hewlêr wîleyeta binemaleyek û paytexta aliyekî nîne, Hewlêr paytexta Kurdistanê ye û mulkê me hemûyane."
Hewlêr bi tenê mulkê ti alyekî siyasî nîne
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji hemû aliyan bêhtir qurbanî ji bo Hewlêrê daye û dirûşma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo hilbijartinan jî ew bû ku Hewlêr mulkê me hemûyane.
Her di wê barê de, endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Fehîme Sabîr di daxuyaniyeke taybet ji ajansa fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê (PUKMEDIA)`Yê re ragihand:"Hewlêr mulkê hemû kesekî kurd û hemû partiyan e, ne mafê partiyekî ye ku desthilatê xwe bi ser vê bajarê de bisepîne û xwe bi tenê xwedanê vî bajarî bibîne.
Hewlêr buye qurbanya partiyekî
Hewlêr û Hewlêrî bi destên hindek partî bûne qurbanî, bi awayekî heya di bajaêr de nejîn nizanin xelkê çiqas qurbanî dane, Yekîtiyên Hewlêrê du caran rikeberetç li hemberî yekîtîbûna wan heye û carekê jî li ber Hewlêrbûna wan heye, ev gotin ya Fehîme Sabir e.
Hilbijartin pîvan nîne
Ew endamê serkirdeyetiya YNKê dibêje: Nabe ti aliyek di hilbijartinan de dengê bêhtir anî be û hemû kes jî baş dizanin ku wan çawa ew deng bidest anîne, xwe bike bi xwedanê Hewlêrê, ji ber ku hilbijartin ne pçvane, dibe hemû wê yekê bizanibin ku YNKê di hilbijartina Hewlêrê de cemewereke seng û giran heye û li gel guhertinan û nûbûnan de ye.
Her weha di dirêjahiya axiftina xwe de Fehîme Sabir ew jî got ku ji ber ku Hewlêrê paytexte, konsilxane û nûnerên welatan li wê ne, nabe ew bajar tenê yê aliyekî û rengekî ye, ji ber ku Hewlêrê mulkê me hemûyane û bajarê firî reng û bo hemû deng û rengan wek yeke.
YNKê xwîn ji bo Hewlêrê rijandiye
Wê endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wiha
dirêjahî bi gotinên xwe da wiha got: Hewlêr ya hemûyane û mulkê ti
aliyekî nîne û ev jî dirûşma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bû
di hilbijartinên encûmena parêzgeha wê bajarê de ku niha jî heman
helwest heye.
Endamê encûmena parêzgeha Hewlêrê Niyaz Ozêrî li ser lîsteya Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di daxuyaniyeke xwe ji ajansa fermî ya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê (PUKMEDIA)`yê re ragihand:"Wek
freksyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li parêzgeha Hewlrê
sala 2014`an me beşdarî li hilbijartinên encûmena parêzgehan kir û
dirûşma me ew bû (Hewlêr ya hemûyane), mulkê ti reng û aliyên siyasî
nîne û nabe ti aliyek Hewlêrê qurix bike."
YNKê gelek qurbanî ji bo Hewlêrê daye
"Dîrok bînerê wê yekê ye mku di serdemê rijîma Be`esê de, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê parêzgarî li Hewlêrê kiriye û ji ber wê jî, qet bi mulkê ti aliyekî nizanin.
Endama parlemana Kurdistanê li ser lîsteya YNKê Şêrîn Yunis di daxuyaniyekî ji bo ajansa Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê (PUKMEIDA)`yê ragihand: Eger biryar be ku Hewlêr mulkê aliyekî be, ewa wê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê be, ji ber ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê piraniya şehîdên xwe ji bo Hewlêrê dane û piraniya lawên xwe kiriye qurbaniya vî bajarî. Her aliyek ku bixweze vê bajarê qurx bike, ewa baştire ku ji Hewlêrê derkeve." Ev gotin yê Şêrîn Yunis e.
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, endama parlemana Kurdistanê Şêrîn Yunis wiha got: Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê ye û hemû aliyek baregeh û yê welatan jî nûnereyetiyên xwe di wê bajarê de hene, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rê nade bi aliyan û binemaleyên diyarkirî ku wê bajarê ji xwe re qurx bikin
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26