Bidûvçûna tomara dengderan hevkêşeyên siyasî li Herêma Kurdistanê vedighurîne

Kurdistan 01:09 AM - 2022-11-07
Tomara dengderan

Tomara dengderan

 
Pakkirina tomara dengderan serrastkirina yasaya hilbijartinan û avakirina desteyek nû ji Komîsyona Bilind a Hilbijartin û referandumê li Kurdistanê, garantiya proseyeke dadperwer ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ye û cîbicîkirina van daxwazan dê guhertinên mezin di nav parlamentoyê de pêk bîne û dawî li yekjimariya desthilatê tîne.
Sedema serekî ya paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî neguharîna tomara dengderan û serastkirina yasaya hilbijartinan û mandina komîsyonê wek xwe ye, ji ber wê jî em dibînin ku piraniya fireksiyonên parlamentoyê bi wê bîr û baweriyê ne ku tomarkirina dengderan bê kirin, yasaya hilbijartinan bê guhertin û desteyek nû ji bo Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Referandumê bê avakirin, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê wek asteng e ji bo serrastkirina yasaya hilbijartinan.

Kursiyên Partiyên siyasî wê bibin şahîdê guhartinên mezin
Parlamenterê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Şimol Aştî ji malpera fermî ya Yekîtî  PUKMEDIA re ragihand: Yek ji şert û mercên bingehîn ên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bo lidarxistina hilbijartinan,pêdaçûn li tomarên dengderan e ji ber ku li gorî raportên ku ji aliyê rêxistinên pispor ve hatine belavkirin tomara dengderan li Herêma Kurdistanê ji navên dubare û sexte, navên mirî û awareyan bêpar nîne.
Got jî: eger pêdaçûn li tomara dengderan bi awayekî zelal bê kirin wê kursiyên aliyên siyasî dê bibin şahidê guhertinên mezin, û partiya ku xwe piranî dibîne dê kursiyan ji dest bide.

Tomara dengderan a paqij piroseya siyasî li herêmê diguherîne
Li gor zanyariyên ku ketine destê PUKMEDIA tomara dengderan li Herêma Kurdistanê (700) hezar den zêdetir ji tomara dengderan li Êraqê heye û (900) hezar dengên dûbare, koçber, sexte û mirî jî tê de hene, Partiya Demokrat van dengan ji bo guhertina hevkêşeya Parlamento û Hikûmetê di berjewendiya xwe de bikar anî.
Şemûl Aştî dibêje: Guhertinên di pakkirina tomara dengeran li Herêmê û bandora wê li ser guhertina dengên aliyên siyasî, dê bandoreke rasterast li ser pêvajoya proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê bike û herwiha amaje bi wê yekê jî dike ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaz kiriye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de were kirin bi şertê ku tomara dengderan were paqij kirin an jî qeyda dengderan ku hikûmeta federal di hilbijartinên vê dawiyê yên Civata Nûneran de bikar aniye bikar bînin, her wiha serrastkirina yasaya hilbijartinan û serrastkirina yasaya Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartin û Refrandumê li Herêmê, lê aliyek siyasî heye ku xwe ji vê proseyê dur dixe. 

Pakkirina qeyda dengdêran pêşî li sextekariyê digire
Parlamenterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Serçinar Ehmed ji PUKMEDIA re ragihand: Me gelek caran daxwaz kiriye ku qanûna hilbijartinan were sererastkirinû qeyda dengdêran were paqij kirin û navên miriyan  bên rakirin ji bo pêşî li sextekariyê bê girtin, lê mixabin bi hincetên cuda ev daxwaz hat redkirin."
Her kes dizane ku di tomara dengdêran de hejmareke mezin ji miriyan û koçber û dûbare hene, û eger ev tomar were nûvekirin em dikarin hilbijartinên dadmend li dar bixin, û ev mijar dê bandorek mezin li ser kursiyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike.
Piraniya rêxistinên xwecihî û navdewletî yên ku çavdêrî û şopandina proseya hilbijartinan û tomara dengderan dikin tekez kirin ku tomara dengderan ne paqij e û bi pêdaçûna tomarê dê qonaxeke nû ya siyasî û parlemanî derkeve, hêz û partî di wê baweriyê de ne ku pêdaçûna tomara dengderan û serrastkirina yasayên hilbijartinan û komîsyona çavdêriya hilbijartinan dê guhertinên mezin di hevkêşeya hêzên parlemanî li herêmê pêk bîne.

Tomara dengdêran a nûjenkirî dê hevsengiya aliyan biguhere
Serçinar Ehmed dibêje: Hebûna tomara dengderan a nûjenkirî dê hevsengiya hêzê di nav parlamento û hikûmetê de nîşan bide û ev yek dê bandorê li ser birêvebirina rêveberî û desthilatê li herêmê bike. Heya niha partiyek heye ku xwe wek partiya mezin dihesibîne, piraniya parlementoyê ye û niyeta wê tune ku qeyda dengdêran ji nû ve sererast bike û ev jî dibe sedema astengkirina pêvajoyê."

Bikaranîna tomara dengderên Êraqê ji bo hilbijartinên Kurdistanê
Cudahiyeke mezin heye ku zêdetirî 700 hezar deng tê texmînkirin û daxwaz tê kirin ku tomarkirina dengderên Êraqê bibe bingehek ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê.
Parlamenterê Parlamentoya Kurdistanê yê fireksiyona Goran Balên Ebdulla ji PUKMEDIA re ragihand: Ji roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ve di nav tomarkirina dengderan de pirsgirêk derketiye, her çende ku Komîsyona Hilbijartinan gelek caran hewl daye vê tomarê sererast bike lê bi ser neketiye û eger em tomara dengderên Êraqê û tomara dengdêran li Herêma Kurdistanê bidin ber hev emê bibînin ku cudahiyeke mezin heye ku tê texmînkirin zêdetirî 700 hezar navên dubarekirî yan jî navên mirî û awareyan hene. 


Partî rêgir bû
Destwerdana hizbî di karê parlamentoyê de rê li ber guhertina yasaya hilbijartinan û pêdaçûna tomara dengderan girt.
Serokê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ebûbekir Heldanî ji PUKMEDIA re ragihand: Ji ber destwerdana hizbî di karê parlamentoyê de hewlên serrastkirina yasaya hilbijartinan û pêdaçûna tomara dengderan bi ser neket, destnîşan kir ku komîsyon û qeyda dengderan yê berê li gor bercewendiya aliyeke taybet ya siyasî bû û pişt rast kir ku partiya wi berşdarî ti hilbijartinan nabe ger tomara dengderan neyê nûjankirin.

Tomara dengderan
Li gorî rapora Rêxistina Perwerde û Geşepêdanê (PAY) ku bi karûbarên hilbijartinan ve mijûl e, nêzîkî 700 hezar dengên dubare, sexte û koçber hene.
Serokê Rêxistinê Dr.Sirûr Ebdulrehman di daxuyaniyekê de ji PUKMEDYA re got: Zêdetirî 900 hezar dengên dubare yan jî navên koçber û miriyan hene.
Endamekî fireksiyona Goran di parlementoyê de got partiyên hikûmetê yên têkildarî pirsgirêkê weke Wezareta Tenduristiyê ji bo sererastkirina tomara dengderan bi komîsyonê re hevkariyê nakin. Komên parlementoyê gelek caran navê kesên jiyana xwe ji dest dane ji wezaretê pirsîn, lê ji ber sedemên cuda ev daxwaz hat kirin bersiv nedan.


PUKMEDIA taybet 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket