Serok Komarê peyamên pîrozbahiyê ji UN û Birîtaniya wardigire

Êraq 05:16 PM - 2022-11-05

SerokKomarê peyamên pîrozbahiyê ji UN û Birîtaniya wardigire
Qralê Brîtanyayê pîrozbahî li Serok Komarê kir
SerokKomarê Êraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd bi helkefta bijartina wî wek serokkomar peyameke pîrozbahiyê ji cenabê Şah Çarlz  III şahê Brîtanya Mezin û Îrlanda Bakur wergirt [Keyê Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakura Îrlendayê].
Teksta peyamê ev e:
Birêz Serok..
Bi helkefta hilbijartina we wek serokomarê Êraqê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim. Têkiliya nêzîk a di navbera her du welatên me de ji bo Keyaniya Yekbûyî pir girîng e.
Hêvîdarim li ser bihêztir kirina peywendiyên dostane û piştgîriya hevkariyên bihêz yên di navbera her du welatên me de berdewam bin û hêviya serkeftinê ji cenabê we û gelê Êraqî re dixwazim.

Guterreş pîrozbahî li Serokomar kir: Ezmûn û rêbertiya we dê di avakirina dewleteke federal a demokratîk a yekbûyî de ,wê xwedî roleke diyarker be.
Rêzdar Serokê Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd bi minasebeta helbijartina xwe wekû Serokkomar ji  sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterreş peyameke pîrozbahiyê wergirt û tê de bawerîya xwe anî ziman: “Ezmûna û Serkirdayetî we wê  roleke diyarker bilîze di avakirina dewleteke yekgirtî ya federal a demokratîk bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Êraqê bike.”
Sekreterê Giştî yê NY amaje bi wê yekê jî kir ku: "Damezrandina bilez hikûmeteke bibandor bi hemû desthilata xwe û bikaribe bersiva daxwazên rewa bi rêya reformên siyasî, aborî û civakî bide, ji bo avakirina paşerojeke baştir ji bo gelê Êraqê, di nav de jin û ciwanan."
Guterreş  tekezî li ser wê yekê kir ku Êraq wek yek ji welatên damezrîner ên Neteweyên Yekbûyî hevkariyeke berfereh û demdirêj ligel Netewên Yekgirtî heye û got: "Ez careke din ji we dilniya dikim ku pabendbûna xwe bi berdewamiya hevkarîkirina ligel Hikûmeta Êraqê re piştrast dikim bi cenabê we re."
Di dawiya peyama xwe de, Sekreterê Giştî yê NY tekez kir ku: "Hûn dikarin pişta xwe bidin ser berdewamiya piştevaniya ku ji aliyê nûneratiya Netewên Yekgirtî bo Êraqê (UNAMI) li gor erkê ku ji aliyê Encûmena Asayîşê ve hatiye spartin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket