Serokkomarê ji bo lûtkeya Ereban gihîşte Cezayîrê

Êraq 03:57 PM - 2022-11-01
Serokkomar Dr. Letîf Reşîd li Cezaêrê ye

Serokkomar Dr. Letîf Reşîd li Cezaêrê ye

Serokkomarê ji bo beşdarbûna civînên bilind yên Ereban gihîşte Cezayîrê .

Cenabê Serokê Komara Êraqê Dr.Ebdûletîf Cemal Reçîd ji bo beşdarîkirina di civînên Lûtkeya Erebî di sih û yekemîn rûniştina wê de ku dê di 1ê Mijdara 2022an de dest bi karê xwe bike, gihîşte paytexta Cezayîrê. Di serê pêşwaziya de, li firokexaneya Bou Mediene, serokê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebboune, ligel Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Dewletên Ereb, birêz Ehmed Ebûl Xeyt, ku li wir sirûda neteweyî ya Êraq û Cezayîrê hat lêxistin, û her du serokan nobedarên şerefê teftîş kirin. Piştî vê yekê, Serok Abdûllatif Reşîd û Serok Ebdulmecîd Tebboune bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûl Xeyt li Hola Rûmetê ya Mezin a Firokexaneya Bou Mediene civînek li dar xistin û di civînê de Serok Tebboune kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna Êraqê di lûtkeyê de nîşan da. Rêzdar Serokê Komarê di civîna xwe ya niha de hêviya serkeftinê ji bo Cezayîrê bira di lidarxistina lûtkeyê de xwest û hêvî xwest ku encamên wê bigihê daxwazên gelên Ereb ên ji bo aramî, pêşketin û bextewariyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket