Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir

Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26
Kêlgeha gaza Kormorê  Arşîv

Kêlgeha gaza Kormorê

YNK

Lekolîn despê kir li ser bûyera ku Demjimêr 18:50 îro Înê 26-4-2024, pêk hat ku di encama du êrişên balafirên bêmirov ên li ser kêlgeha gazê ya Kormorê li başûrê Kurdistana Iraqê, 3 Yemenî hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî PUKMEDIAyê, êrişê heman cihê êrişa berê kiriye armanc û depoyeke gazê ketiye û agir pê ketiye û bûye sedem ku berhemanîna gazê û hinartina gazê ji zeviyê berhemanîna elektrîkê rawestîne û di encamê de nêzîkî 2500 megawat elektrîk kêm bûye.

Çavkaniya balafirên keşfê nayê zanîn

Ji aliyê din ve qaymeqamê navçeya Çemçemal Ramk Ramazan jî wiha got: “Tîmên hawarçûnê niha lêkolînê li ser bûyerê dikin û heta niha jî çavkaniya firokeyên bê firokevan nayê zanîn.

YNKê: Emê hemû hewlên xwe bidin ji bo cezakirina berpirsên êrişê

Ji aliyê din ve, Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekê de êriş şermezar kir û got: “Pêwîste Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erka xwe rabin û li hember vê tawanê bêdeng nemînin û lêkolîneke rasteqîn bikin û tedbîrên pêwîst bigirin, berpirsên vê tawanê bên eşkerekirin û  dadgehkirin û piştrast bikin ku êrîşên bi vî rengî dubare nebin.”
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket