Tenduristî tomarkirina zêdetirî 500 tengenefesî ragihand

Tenduristî 11:35 AM - 2022-07-04

Îro Duşemê Wezareta Tenduristiyê ya Federalî tomarkirina 500 haletên xeniqandinê ji ber pêla tozê ya ku roja Yekşemê li welat xistibû, ragihand.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf El-Bedr di daxuyaniyekê de ragihand: “Li hemû parêzgehan ji ber pêla tozê hejmara kesên ku tengenefes bûne gihîştiye zêdetirî 500 kes ku giraniya wan cuda ye.”
Wî her wiha got: “Hemû halet piştî wergirtina dermanên pêwîst bi rewşek baş ji nexweşxaneyê derketin û tekez kir ku, ti kuştî nehatine tomarkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket