Qubad Talebanî: Hikûmet giringiyê dide pêşxistina sektora tenduristiyê
Tenduristî 11:21 AM - 2022-07-03
Roja Yekşemê Cîgirê Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî du nexweşxaneyên nû li bajarê Silêmaniyê vekirin.
Qubad Talebanî di kongirekî rojnamevanî de ku PUKmedia`yê amade bû, got: Ez spasiya hemû xebatkaran dikim ji bo avakirina van her du nexweşxaneyan û silav li hemû kedkarên beşa tenduristiyê û spasiya wan dikim ji bo xebata wan di xizmetkirina welatiyan de, bi taybetî di dema belavbûna vîrusa Koronayê niha bi belavbûna kolêrayê.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: Ez silav li hemû xebatkarên tenduristiyê yên ku rastî zehmetiyên mezin û dijwar hatine û li hember wan kêşeyên saxlemiyê rûbirû mane, silav dikim û em spasiya welatiyan jî dikin ku piştevaniya sektora tenduristiyê kirine.
Got jî: îro me du nexweşxaneyên nû vekirin û dê xizmetguzarîyên mezin pêşkêşî hevwelatîyan bikin, û em di hikûmeta herêma Kurdistanê de giringîdan bi sektora tendirustî û baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî welatîyan dikin û em spasiya hemû kesên ku piştevaniya me kirin ji bo pêşkeftina sektora tenduristiyê dikin.
Got jî: jêrxaneyeka me ya mezin a saxlemîyê li herêma Kurdistanê heye û digel hemû qeyranên darayî yên niha herêma Kurdistanê rûbirûyê wan bûye, lê hikûmetê berdewam li ser pêşxistina sektora saxlemîyê da.
Roja yekşemê Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên gastroenterolojî û kezebê li bajarê Silêmaniyê vekir û nexweşxaneyeke şêwirmendiya zarokan jî vekir.
Di merasîma vekirinê de Wezîrê Tendirustiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Silêmaniyê, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Parêzgeha Silêmaniyê û nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî amade bûn.
Ev nexweşxane yekem nexweşxane ye li Herêma Kurdistanê û ya duyem jî li Êraqê ye ku nexweşên bi nexweşiyên Gastroenterolojî û kezebê derman dike, ji ber ku nexweşxane hejmareke zêde ji alavên pizîşkî û pêdiviyên pizîşkî li xwe digire.
Ev nexweşxane dê xizmetên mezin pêşkêşî xelkê Silêmaniyê bi taybetî û xelkê Herêma Kurdistanê bi giştî bike.
PUKmedia taybet
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26