Îsraîlê li djiî başûrê Tartûsê êriş pêk anîn

Cîhan 11:20 AM - 2022-07-02

Artêşa Îsraîlê îro bi moşekan êrişî gelek cihên li derdora bajarokê Hemîdiyê yê başûrê Tartûsê yê Sûriyê kir, di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

Ajanseke bi ser hikûmeta Şamê ve ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî leşkerî girtine, ragihand ku vê sibê derdora saet 06: 30`an artêşa Îsraîlê bi moşekan gelek cihên mirşîkan ên li derdora bajarokê Hemîdiyê yê başûrê Tartûsê kiriye armanc.
Çavkanî destnîşan kir ku di encama êrişê de du welatî birîndar bûne yek ji wan jin e û ziyanên madî çêbûn.
Hêjayî gotinê ye ku artêşa Îsraîlê di salên derbasbûyî de bi sedan car êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê kiriye û vê dawiyê asta êrişên xwe zêdetir kiriye.

PUKmedia/ Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket