Qubad Talebanî kuştina 2 mamosteyan şermezar dike

Kurdistan 04:37 PM - 2022-06-28

Qubad Talebanî derbarê kuştina 2 mamosteyan de, peyameke şermezarî weşand.
Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistan Qubad Talebanî, derbarê buyera qirêj ya kuştina herdu mamosteyên zanîngehê li Hewlêrê, bi tundî şermezar kir.

Di wê peyamê de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistan Qubad Talebanî aşkire kir ku mixabin i vê buyerê re ku gelek qirêj û laşê mirov li hemberî dilerze, mixabin ku 2 mamosteyên zanîngehê hatin şehîd kirin Dr. Kawan Ismaîl û Dr. Idrîs Heme Xan bûne.

Di dirêjahiya peyamê de, wiha got: Em vê buyerê bi tundî şermezar dikin û ez spasiya hêzên ewlehiyê dikim ku ew tawanbar girtin û radestî serdozgeriyê bê kirin tako sizayê xwe ê dadwerî wergire û ez dubare tekez li ser hilnegirtina çekên bê mulet dikim.
Di dawiya peyamê de, serexweşî li malbatên herdu maosteyên zanîngehê kir û sebir û qeyas ji wan re xwest.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket