Muzefer El-Newab îro tê ax spartin

Êraq 10:04 AM - 2022-05-21

Biryare îro Şemiyê merasîma oxirkirina helbestvanê mezin ê Êraqî Muzefer El-Newab li paytexta federal a Bexdayê birêve biçe.

Serokwezîrê Federal Mistefa Kazimî di dema pêşwazîkirin li termê di rêza pêşîn de bû, ku di demjimêr 9ê sibê bi firokeya serokatiyê gihîşte firokexaneya navdewletî ya Bexdayê.
Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Nivîskarên Êraqê duh Înê di daxuyaniyekê de ragihand ku “di demjimêr 10:00 dê merasîma oxirkirina helbestvanê rêzdar û têkoşerê mezin Muzefer el-Newab li baregeha Yekîtiya Giştî ya Nivîskarên Êraqê were lidarxistin. merasîm bi amadebûna niştimanî ya fermî û rewşenbîrî û wêjeyiya pilebilind bû.
Di temenê 88 saliya xwe de helbestvanê mezin Muzefer El-Newab li bajarê Şarîqe ya Îmarata Erebî koça dawî kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket