Qubad Talebanî: Muzefer El Newab hevalê tekoşîna Serok Mam Celal e

Pirsename 05:00 PM - 2022-05-20

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji ber koça dawî ya helbestvanê mezin ê Êraqî Muzefer El Newab xemgîniya xwe nîşan da.

Talebanî îro Înê di peyameke sersaxiyê de ji bo malbata rihmetî re got ku rihmetî helbestvanekî hevdem yê Êraqî, dijberekî siyasî yê navdar û rexnegirekî hêja bû, rastî lidû çûnê û zîndanê hetibû, di gel Mam Celal dost bû bû.

Li jêr naveroka peyamê ye:

Malbata rehmetî Muzefer El-Newab

Rehma Xwedê li rihmetî be..
Bi xemgînî û xemeke mezin me agahiya koça dawî ya helbestvanê mezin ê Êraqê Muzefer Ebdulmecîd El-Newab wergirt û bi vê êşa mezin em sersaxiyê ji malbata rihmetî, rêheval, helbestvan, nivîskar û hevjîna wî dikin.

El-Newab helbestvanekî hemdem ê Êraqî, dijberekî siyasî yê navdar û rexnegirekî navdar bû, li Êraqê rastî çewsandin û zindanîkirinê hat û ji ber helwestên xwe yên netewî wek helbestvanê şoreşger hat binavkirin.

Cîgirê serkê hikûmeta Herêma Kurdistanê
Quubad Talebanî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket