Bafil Talebanî: Wê Newşîrwan Mistefa di hizrê me de bimîne

Kurdistan 04:14 PM - 2022-05-19

Bi salvegera 5`mîn a serkirde Newşîrwan Mistefa, Bafil Celal Talebanî peyamek weşand.
Bi boneya koça dawî ya yek ji serkirdeyên gelê me, kak Newşîrwan Mistefa, Bafil Celal Talebanî peyameke bi wê boneyê weşand û ev jî naveroka wê peyamê ye;

Em bi êşekî kûr bîranîna koça dawî ya serkirdeyekî mezin ê şoreşa nû ya gelê me, siyasetmedarekî bi ezmûn û nivîskar û rojnamevanekî mezin ê Kurdistanê bibîtînin.

Jiyana kak Newşîrwan Mistefa û tekoşîna wî ji bo rizgariya gelê Kurdistanê bû, wê heta hetayî di hizrê me de zindî bimîne û em ji bîranîna koça dawî û dîroka bê wêne ya nemir serê xwe ditewînin.

Her weha xewna hevbeş ê herdu hevalên hev ên tekoşer rewanşadê nîştiman serok Mam Celal û kak Newşîrwan ew bû ku jiyaneke xweş û şayeste û desthilateke tendurist ji gelê Kurdistanê re be. Ji ber vê jî, ji erkên me û berpirsyartiya me ew e ku em li ser riya wan herdu tekoşeran berdewam bikin û em hewil bidin ku em paşerojekê aram û hêmin di xizmeta welatiyan de peyda bikin.
Bafil Celal Talebanî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket