Salvegera 2`mîn a koça dawî ya rewanşad Adil Murad e
Kurdistan 03:06 PM - 2022-05-17
Sibê roja çarşemê 18-5-2022`an, salvegera 2`mîn a koça dawî ya rewanşad Adil Murad e..
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê derbarê jiyan û xebat û tekoşîna rewaşadê gelê kurd endamê damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û sekreterê Encûmena Navnedî ya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Adil Murad wiha şirove kir û rastiya kesayetiya wî û hevkariya bi serok Mam Celal re bi hûrgilî zelal kir.
Her weha di salên şêstî de Adil Murad bo bi serkreterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û hevalê rê ya Mam Celal û yek ji damezrînerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bû,di konferansa sêyemîn a YNK de wek sekreterê encûmena navendî hat hilbijartin.di wergirtina postên hikûmî û hizbî de xwedî roleke mezin bû.
Di 1949 de rihmetî li bajarê Bexdadê di nav malbateke Feylî de ji dayîk bibû û di 1965 de tevlî siyasetê bibû Partiya Demokrat ya Kurdistanê ku di 1946 de ava bibû, û di 1966 de ji ber daxwaza wî ji aliya rêjîma Baas de di gel hevalên xwe yên pêşmerge berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê .
Piştî ragihandina daxuyaniya 11ê Adarê, Adil Murad di konferansa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek yekem sekreterê hilbijartî hate hilbijartin ku bû cîgirê berpirsê rêxistinên pîşeyî li Êraqê, dîsa neçar ma kuji Bexdadê ber bi çiyayê ve biçe ku di bin kontrola şoreşê de bû .
Di sala 1975-an de û piştî ragihandina bidawîbûna şoreşa Kurdî, piştî peymana Cezayr di navbera rêjîma Baas û Shaha Êranê de, Murad çû Êranê piştre çû Libnanê û piştre Şamê, ku digel Serok Mam Celal û hejmarek serkirdeyên navdar ên Kurd karîn Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê saz bikin.
Murad bi hevalên xwe re di Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de beşdarî amadekirina serhildana gel a sala 1991 bû, piştre di piraniya postên serkirdeyetî yên peyabilind ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de derket û ji hêla Yekemîn Konferansa Giştî ve di 1992 de wekî endamek buroya siyasî hate hilbijartin, piştre di 1994 de berpirsiyariya ofîsa Ragihandina Navendî ya Yekîtiya Niştimanî stend ku heya sala 2000 têde mebû, piştre dest jê berde û berpirsyartiya nivîsgeha peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)êli Şamê lixwe girt.
Ji 2004 heya 2010 posta balyozê Êraqê li Romaniyayê bû , di 2011 bû bo sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û heya dawiya jiyanê têde mabû.
Gelek daxuyanî û peyam weşandin ku tê de tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna Kurdan bi kûrahiya xwe ya stratejîk li Êraqê kir, û tekez li ser parastina têkiliyên dîrokî yên ku wî digel rêhevalê xwe Mam Celal digel hêz û partiyên Êarqî û Erebî yên cûrbecûr ava kiribû kir.
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19