Biradostê Mîtanî: Dîroka Zimanê Kurdî
Kurdistan 03:33 PM - 2022-05-15
Xwîşk û birayên hêja : Em roja Zimanê Kurdî ku îro15-5 ye , li gelê Kurd û hemû miletan pîroz dikin û bi azadî û rizgariya hemû zimanan be bi taybet Zimanê Kurdî .
Bi vê helkeftinê em dixwazin zimanê xwe henekî nas bikin.
Dema em behsa Zimên dikin . tê bala me , gelo di layê şêweya zimanê devkî , yanî dema bavkên KURDAN berya (35 000) sal di KURDISTANÊ û MEZOBOTAMIYA de axivîne ? . yan mebest jê ew e ji dema ku şehristanî û pê re tîp hatine afirandin bi şêweyê nivîskî 3500 sal berya zayinê ye ? .
Em ê di vî babetê zimanê KURDÎ de ,rahêjine mijara tîpên KURDÎ ,yanî mijara nivîsandinê ,ne ya axaftina bi lêvkirinê .
Dîroka zimanê kurdî ji layê afirandina tîpan ve dirêj e.Dikeve kûrahiya dema dîroka kurdên GOTÎ de .Ya dema dinivîsandin bi mîxan (Bizamaran) weke ku ew beşek in ji Someriyan , mîna hemû êl û gelên din ,ên di kevana zêrîn a Mezobotamiyayê de .
Ew tîpên KURDÎ di destpêkê de hatin nîşankirin bi navê tîpên zindî yên tên naskirin bi birayên me yên ÊZDÎ re , yên pê pirtûka REŞ û ya CELWA nivîsandibûn û wilo ta bawermendiya kurdan bi xudakê mîtra( Roj)hat, jê re digotin zimanê mîtrayî. Lê zimanê kurdî bû zimanê fermî di dewleta Mîdî de 728an B.Z, li cem Kurd û Faris û pêkhateyên din.
Qonaxên rengên wan tÎpan:
-Tîpên ZINDÎ yên pirtûka REŞ û ya CELWA
Di dema pêxember Zerdeşt (S) de zimanê kurdî xwertir û belavtir bû , dema pirtûka wî Avista belav bû di Rohilata navîn û Asyayê de, û wilo jê re di cîhanê de digotin zimanê avistayî û tîpên wê hatin bi navkirin bi tîpên AVISTAYÎ yên ku hijmara wan(44 ) tîp bûn.
Lê mixabin ew ziman êşiya li ser destê Sikenderê Mekdonî ,dema Avista di şewitand. .
-Tîpên Pêlewanî
Piştî ziman û ola zerdeştî qelis bû di dema Sikenderê Meqdûnî de .Dewlên Exmînî û Işkanî û Sasanî hatin bi tîpên PÊLEWANÎ yên ku kurdî bûn dinivîsandin. -Dema Mislmantî hate Kurdistanê, ol û zimanê kurdan qelistir bûn, ji ber wan ji SIKEDERÊ MEKDONÎ bihtir xirabî û qirkirin bi serê wî zimanê KURDÎ de anîn.
weke me gotibû di dema Sasaniyên de yên ku koka wan KURD E , tîpên Pehlewî{Pêlewanî} geş bûn di nav kurdan de.Hijmara wan 42 tîp bûn, mîna zimanên hebûn di cîhanê de ,ew jî bûbû yê nivîsandin û çandê li cem kurdan û “Ehmedê kurê WEHŞIYÊ yê NEBETÎ dibêje :Min (30) pertûk bi pehlewî dîtin li şamê . Di pirtûka xwe de ya bi navê : bîrîbûna bicoş bo zanînbûna sembolên pênûsêشوق المستهام في معرفة رموز الأقلام de dibêje: Pirtûkek ji wan li ser çandina dara xurmeyê bû û ya din li ser avdaniya çandiniyê bû .Lê mixabin di dema Emewyan de li ser destên “Ebdil Melikê
Mirwanî” Erebkirin bi dijwarî peya bû û yê jê dijwartir “Hecacê kurê SEQEFΔ bû.Ku nûnerê Emewiyan bû li Iraqê.Wî hemû pirtûkên pehlewî şewitandin û ya xirabtir berpirsiyarê dîwanê yê kurd “Zadanê MEROX” kuşt û yekî Ereb di cihê wî de danî .
Li ser zimanê pehlewî “M. Mehemed Xinêmî HILAL ” zimanzanê misrî dibêje: Zimanê Pehlewî yê kurdên kevnar e û wata wê gotinê yanî zimanê çekdarên mêrxasên kevnar û ew romana HEZAR ŞEV Û ŞEVEK(الف ليلة وليلة) û wilo KELÎLA Û DIMNA cara yekemîn bi wî zimanî hatibûn nivîsandin. (Ev di pirtûka Erebî ya refê yazdehan yê toreyî de di rûpelê 156 de ye ya ji rêbazên hikûmeta Sûrî).
Piştre tîpên KURDÎ bûn ên bi navê MASÎ SORATÎ
-Tîpên MASÎ SORATÎ
Bi hatina misilmaniyê û arîkariya a tîpên pehlewî û Masî soratî di nav zimanê Erebên NÎV GIRAVA EREBÎ de , QUR’ANA PÎROZ hate nivîsandin , û beşek ji kurdên me bi wan tîpan nivîsandin li BAŞÛR û ROJHLATÊ KURDISTANÊ bi navê tîpên SORANÎ . Lê ji ber ku beşê herî mezin ji gelê kurd di BAKURÊ KURDISTANÊ de ye û ew nêzîkî çanda latînî ye, ew bi tîpên LATÎNÎ dinivîsîne , yên ku mîr CELADET BEDIRXAN bi arîkariya rohlatnasê FERENSÎ ROCÊR LISKO afirandine ji (31) tîpî û cara yekem15/5/1932(z) pê kovara Hawarê hat nivîsandin . Lewra ew roj biwe CEJNA ZIMANÊ KURDÎ
Koka zimanê kurdî Arî ye û ew ji malbata Hindo-Ewrupî ye, û çend devok û zaravên wî jî hene.Zaravên sereke ev in :
1- kurmanciya jorîn (weke ya me kurdên Rojava ye) 2- kurmanciya jêrîn(Soranî) 3- kurmancikî yanî Dimilkî yanî Zazî 4- Hewramî 5- Kelhorî 6- Lorî.Hinek zimanzan dibêjin ku Goranî jî zaravekî kurdî ye û ne devok e .
Îro bêtirî /65/melyon kesên kurd bi vî zimanî daxivin li kurdistanê. Lê ew hijmar mestir dibe di cîhanê de. Ji sedemên nejadperestî û stemkariyê, ew zimanê ku xwedê çêkiriye û Rêxistina navnetewî Yonîsko dibêje: Zimanê kurdî yê 29an e di nav zimanê cîhanê de , ew zimanê giring û xwert kete bin siha metirsiyê de , ku were asmîlasyonkirin ,yanî helandin . Lê miletê kurd li ber xwe da û xwe û zimanê xwe parast.
Di dawî de Zimanê me, nasnameya me ye,û dive em di ZIMANÊ xwe de bijîn û wî biparêzin . ji ber ku em weke netewa KURD pê tên parastin .Lewra ji me tê xwestin ku em bi erkê xwe rabin di layê axaftin û nivîsandina bi zimanê xwe , di hemû deran de, bi taybet di malên xwe de .Ji ber ew dibistana yekemîn e û wilo em guh bidin perwerda Fermî di dibistanan de jî , ji bona ku ew hêvî û xewnên salên bûrî bicih werin û zimanê me pêş bikeve wek xwendin û rêzmanî, mîna zimanên hemû miltan. Lewre divê em jê re xwe biwestînin bi dilsozî. Çimkî va roja azadiya gelê me hatiye û geya dibin keviran de namîne .
Biradost Mîtanî
15-5-2022
GIRKÊ LEGÊ- Rojavayê Kurdistan
hewal ziyatr
-
Stran Ebdullah: Divê aliyên mezin li hember mafan xwedî berpirsyariyeke mezin bin
09:27 PM - 2024-05-05 -
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
12:02 PM - 2024-05-04 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:18 PM - 2024-05-05 Endamekî komîteya darayî: Pirsa bibankkirina mûşeya karmendan tê çareserkirin
72 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:41 AM - 2024-05-05
Şandeke YNKê li Dubey girêbestên çandinî û veberhênanê îmze dike
08:32 PM - 2024-05-04
Serok Bafil diçe Amerîka
05:42 PM - 2024-05-04
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
04:23 PM - 2024-05-04
zortrin xwendraw
-
Endamekî komîteya darayî: Pirsa bibankkirina mûşeya karmendan tê çareserkirin
Kurdistan 12:18 PM - 2024-05-05 -
Stran Ebdullah: Divê aliyên mezin li hember mafan xwedî berpirsyariyeke mezin bin
Kurdistan 09:27 PM - 2024-05-05 -
72 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:41 AM - 2024-05-05