Bafil Celal Talebanî ji ber mirina Hecî Ebdulkerîm El-Ensarî sersaxî xwest

Pirsename 10:30 AM - 2022-05-07

 Bafil Celal Talebanî bi peyameke sersaxiyê ji ber koça dawî ya Cîgirê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hecî Ebdulkerîm El-Ensarî ku di encama bûyereke hatûçûnê de li parêzgeha Meysanê koça dawî kir,araste kir.

Naveroka peyamê wiha ye:
Birayê hêja Hec Hadî El-Amirî, rêzdar
Birayên hêja di Rêxistina Bedir de,
Bi xemgînî û xemeke mezin, me nûçeya koçîdawiya kesayetiyek xwedî şopeke berçav di çalakiyên siyasî yên li dijî dîktatoriyê û xizmetkarên parlemento û hikûmetê de bihîst. dema ku peywira xwe pêk dianî di qezaya trafîkê de jiyan ji dest da.
Em jî di Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de, sersaxiyê ji malbata û birayên rêxistina Bedir re dixwazin û  Dilovaniya Xwedê lê be û cihê xwe bihuşt be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket