Dîwana helbestan a Şêrîn Ebdo derket

Pirtûk 04:47 PM - 2022-05-06

Dêwana helbestan ya helbestvana jin a Efrînî Şêrîn Ebdo derket.
Helbestvana kurd a Efrînî derbarê derketina dîwana helbestên xwe de wiha li ser rûpela xwe aniye sernivîs:
Mîna Xunavekê..
Dil bi hêvî be, xewna mirov bi cî dibe..
Ji zaroktiya xwe ez helbesthez û kurdîhez bûm, herdem min hêvî dikir bi Kurdî binivisînim û bixwînim..
Îro bi derketina pertûka min ji weşanxaneyê cejna min bû du cejn..
Mîna Xunavekê berhema min a yekê li weşanxaneya Sîtav hate çapkirin..
Lêvegera pertûkê: Mamoste Ezîz Xemcivîn
Bergê pertûkê: Wênekêş Xalid Hisên.
Çapkirin: Weşanxaneya Sîtav kak Kahir Bateyi.
Spasiya we hemuyan dikim, kar û keda we cihê rêz û hurmetê ye..

Em jî wek stafa PUKmedia`yê beşa kurmancî, bi boneya derketina yekemîn dîwana helbestan, germtirîn pîrozbahiyan li xwîşka xwe Şêrîn Ebdo dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket