Konferansa 3`yemîn a YPJ`ê li Hesekê dest pê kir

Kurdistan 06:20 PM - 2022-04-30

Konferansa 3`yemîn a Yekîneyên Parastina Jin li Hesekê bi dirûşma “Hêza garantor a azadiya jinan, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê” dest pê kir. Tê payîn ku konferans du rojan bidome.
400 delege, fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di nav de her du endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed û Sozdar Dêrik, nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) û nûnerên hêzên Koalîsyona Navneteweyî, beşdarî konferansê bûne.
Konferans li hola çandê ya YPJ`ê tê lidraxistin. Di konferansê de endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed ج endama Komîteya Amadekar Tolîn Hesan axivîn.
Li gorî bernameya konferansê, dê bi navê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongra Star axaftin werin kirin. her wiha dê rapora kar û xebatên YPJ`ê di salekê de were xwendin, rewşa siyasî, rêxistinî dê werin nirxandin, her wih dê rêziknameya YPJ`ê bê guhertin û konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket