Qubad Talebanî: Zubeyde Seîd Omer ji me re têkoşerekî dilsoz hîşt

Kurdistan 12:53 PM - 2022-03-02

Roja Çarşemê, li gundê Şiwaşûk a ser bi navçeya Koyê, bi amadebûna kombûneke mezin ji berpirsên hizbî û hikûmetê û welatiyan, merasîmeke taybet yê axspartina Zubeyde Seîd Omer, dayîka Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û berjewendiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Kosret Resûl Elî birêve çû.

Di vê merasîmê de Qubad Talebanî gotarek pêşkêş kir û tê de got: rihmetî Zubêde Seîd Omer jiyana xwe bi têkoşîn û qurbanîdanê ve terxan kir û bi karesat û zehmetiyan  re rubirubûn û em spasiya wê dikin ku ruhê welatparêzî û rizgariyê di dilên zarokên xwe de rijandiye. Ji me re têkoşerek wek birêz Kosret Resûl Elî hîşt, ew têkoşer ku em hemû pê şanaz in, ew pêşmergeyek hêja ye, şervanekî hişk û girtiyê siyasî.
Got jî bi navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û birêz Bafil Celal Talebanî û serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê sersaxiyên xwe pêşkêşî birêz Kosret Resûl Elî Serokê Desteya Bilind a Siyasî û berjewendiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û hemû xizm û kesûkarên wî dikin.
Piştre jî D.Erslan Bayz spasiya Berpirsên hizbî û hikûmî yên ku beşdarî merasîma oxirkirina Zubeyde Seîd Omer bûne kir û got rihmetî jinek mêrxas berxwedêr bû û yek ji jinên têkoşer ên herêma Kurdistanê ye û di qonaxa tekoşîna çiya de roleke çalak û berçav hebû di piştgirî û  xizmetkirina hêzên Pêşmerge.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket