Xweseriya Rojavayê sersaxî li Kosret Resûl kir

Kurdistan 03:38 PM - 2022-02-28

Nûneretiya Rêvebiriya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê serê Kosret Resûl sax kir.
Di peyameke sersaxiyê de, nûneretiya rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdisatnê sersaxî ji serokê encûmena bilind a siyasî û parastina berjewendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosreta Resûl Elî şand û têde sersaxî xwest.
Ev jî deqa wê ye:
Berêz serokê encûmena bilind a siyasî û berjewendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosreta Resûl Elî.
Mixabin ku me bi dileke xemgîn û xembar nûçeya koça dawî ya dayîka we (Zubeyde Seîd Omer) bihîst.
Em ji nêzîk ve hevxemiyê bi we re parvedikin û bi riya we jî, pirse û serxweşiyê li malbata we ê tekoşer dikin
Bi vê boneya xemgîn, em ji Xwedayê mezin daxwazkar in ku  ku sebir û aramiyê ji bo hemuyan bide û ev nexweşî ya herî dawiyê be û cihê wê behşta berîn be.
Nûneretiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li Herêma Kurdistasnê

PUKmedia
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket