Serokkomar serxweşî li mirina dayîka Kosret Resûl kir

Pirsename 01:50 PM - 2022-02-28

Roja duşemê, serokkomarê Êraqê D.Berhem Salih bi boneya koça dawî ya dayîka birêz Kosret Resûl Elî, serokê desteya bilind a siyasî û berjewendiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê,peyameke serxweşiyê belav kir.

Naveroka telegramê wiha ye:
Rêzdar Kosret Resûl Elî Serokê Desteya Bilind a Siyasî û berjewendiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Malbata Zubeyde Seîd :
Bi xemgînî û xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya Xanima (Zubeyde Seîd) bihîst.
Birayê min ê hêja, malbata te ya têkoşer di qonaxên têkoşîna çiya û bajaran de xizmetên mezin pêşkêşî gelê Kurdistanê kir û di nava têkoşîn û berxwedanê de bi fedakariyeke mezin tê naskirin û ji dil xemgînim ji ber mirina xanim Zupeyde.
Dilovaniya Xwedê lê be û cihê wê buheşt be û serî we hemûyan sax be

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket