Bafil Celal Talebanî ji ber wefata dayka Kosret Resûl Elî sersaxî xwest

Pirsename 12:17 PM - 2022-02-28

Roja Duşemê, Bafil Celal Talebanî bi boneya koça dawî ya diya Serokê Desteya Bilind a Siyasî  û berjewendiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Kosret Resûl Elî peyameke sersaxiyê şand.

Li jêr naverokê sersaxiyê ye:

 Birayê Kosret Resûl berpirsê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Bi xemgînî û xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya dayîka we Xanim Zubeyde Seîd Omer wergirt.
Ez hevparê xemên we me,em sersaxiyê ji hemû malbatê re dixwazin. Xanim Zubeyda di jiyana xwe de daykek berxwedêr û mînak bû û ji ber rol, post û beşdarbûna we di şoreşa nû û têkoşîna rizgarîxwaza gelê me de, bi gelek zehmetî û koçberiyê re rû bi rû maye, ku moralek bilind daye we, hertim Malbata wê dest dida şoreş û têkoşîna rewa ya gelê Kurdistanê.
Ji ber vê yekê wefata jineke mezin a wek dayîka we, ji bo me û we cihê êşeke kûr e.Dilovaniya Xwedê lê be û cihê wê buheşt be..

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket