Êraq: Daketina asta pêketina bi Korona

Êraq 05:28 PM - 2022-02-24

Di hemû deverên Êraqê daketina asta pêketina bi Korona hatiye tomar kirin
Li sertanserî parêzgehên Êraqa federalê, asta pêketina bi vîrusa COVID-19 (Korona)yê gelek kêmbû ye.
Di wê barê de, wezareta jîngeh û tenduristiya Êraqê di belavokekê de ragihand ku  di heyama 24 demijmêran de 1499 pêketinên nû hatine tomar kirin û 2606 rewşên başbûn ji vîrusa Koronayê hatine tomar kirin û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî 14 kesin.
Her weha 47711 kesan vaksîna koronayê li xwe dane.

Ev jî raporta wêneyî ya wezareta jîngeh û tenduristiya Êraqê ye:

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket