Keçkeke penaberê Rojava jiyanî li metirsî de ye

Kurdistan 06:38 PM - 2022-02-13

Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê bangewaziyek ji bo keçka 13 salî weşand.
Di wê bangewaziyê de hatiye ku li bajarê Silêmaniyê keçkeke kurd ê penabera Rojavayê Kurdistanê Estirvan Fethî Şukrî sibê neştergeriya gurçikan jê re tê kirin û pêwîstiya wê bi xwînê heye û pêwîstî bi xwînê A- heye û her kesên ku dixwaze alîkar be, bila telefona bavê wê bike.
Di wê barê de, bavê keçikê Fethî Ehmed Şukrî ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro dema ku ez çûm bo banka xwînê ji bo wergirtina xwînê ji bo keçka min ku wê sibê neştergeriya gurçikan jê re bê kirin, ji min re gotin xwîn nemaye û dibe ku tu li derva peyda bikî.
Fethî aşkire kir ku wê sibê neştergerî ji keçka min Estirvan a 13 salî re bê kirin û pêwîstiya xwe bi xwîna A- heye. Eger nebe rewşa tenduristiya Estirvanê dikeve metirsiyê.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket