Qubad Talebanî serxweşiya koça dawî Mar Edî kir

Kurdistan 07:08 PM - 2022-02-12

Bi boneya koça dawî ya Petriyek Mar Edî, Qubad Talebanî peyameke serxweşiyê kir.
Îro roja şemiyê 12-2-2022`an, bi boneya koça dawî ya serokê dêra rojhilatê ya dêrîn li Êraq û li CîhanêPetriyek Mar Edî , Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serxweşî pêşkêş kir.

Ev jî deqa peyama serxweşiyê ye:
Bi dileke xemgîn me nûçeya koça dawî ya Petriyak Mar Edî yê duyemîn, petriyakê dêrê Rojhilata kevin bihîst.
Bi vê boneya bi êş, embi germtirîn serxweşî li hemû xwîşk û birayên xiristiyan li Kurdistan û li Êraqê û li CXîhanê dikin, em bi we re xembariyê parve dikin. Koça dawî ya nemir ku jiyana xwe tev ji bo xizmeta olê xwe pêşkêş kir û roleke wî gelek girîng di weşandina nameya aştî û lêborînî, û koça dawî ya nemir ziyaneke mezin bû ji me hemûyan re.
Dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî beheşt be û Xwedê sebir û qeyasê bi we de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket